Helbest, Servet Erdemîr. DİL ŞEWAT. Xwendin, Dilbirîn Jêhat.

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 3 ก.ย. 2022
  • Xwendin Dilbirîn Jêhat
    Helbest, Servet Erdemîr
    DIL ŞEWAT
    Di hêvîya dînê de dil şewat
    cev ronduk barî dilê min.
    wek dînekî bi yara dilê xwe digerim,
    yaramin buye stêrk di şevên tarîde
    diçilwule, ronî û şewqa yara xwe dibînim.
    lê yara min wek asoye kî jimin dur
    Bi leza rojê, ser ewrên spî direvim,
    Bi bahozê re baz di dim
    wek xeyalek,î şevf di xewna xwede
    Roj Di hizrê xwede dibînim.
    Di navbera çar duvara de,
    li pişt şîşên çemidî de,
    Di nava zîndan ê de,
    wek sîha min
    perçek ji dilê min
    şevf û roja min
    dem û sala min
    tim bi xeyalên te derbas dibin
    lê dema xeyalê min qut dibin
    dizanim belkî tu bi minre yî.
    lê ez bi tenê serê xwe
    wek sêvîkî digerim.
    dilê min dibe parî parî
    jana kezeba min difure
    singa min hildiperike
    tilîyên destê min dilerizin
    bêhna min teng dibe
    cevê min tarî dibe
    lê ez kezekî nabînim
    Ef dîwarên zîndan ê
    Bi xwîn û xundana min
    kevnar û hilweşî
    Di şahîdê minin
    Ramza çemidî
    derîyê pola
    çîhê gera min
    Ew hewşa teng û piçek
    ku tirêjên rojê nabîne
    Tevda bi şopên lingê minin
    dema pece diavêjim
    ya dilê min de,
    Ew hêz û teqeta ku min dilivîne, kê ye
    Bila neynika ber derî ji tere bêje.
    ji boy tunebuna te
    vî dilê çi kêşand diye
    ji hesreta te
    ji kerba evîna te
    wek mumê
    Roj bi roj
    Dem bi dem dihelim
    yar min tu
    Di xewna xwede didît liber cemekî.
    Di bin sîhe dara tuyê nava gula de
    runiştî buyî
    cilên bukanî li te bun
    Tu jî wek gulekî şîn û şewq buyî
    Di xwestim werim ba te,
    lê her ku ber teve dihatim
    Tu ji min dur di buyî
    lê qet ne digîhîştim te
    wek zaroke kî kelo gîrî,
    ji xew şiyar dibum
    serê vê sibê
    bi dengê wi pupukê tavê dihilat
    bo min tu carî wek vê rojê
    dengê pupuk
    ji minre xweş ne hati bu
    xemgînîya dilê min kur dibu
    mîna ku tu kefî pavêjî
    ser komek histirîn bikşînî
    jinava dilê min,
    Ew fîgana vî pupuk
    ya nava dilê min digot
    pupuk kê kuşt min kuşt
    kê veşart min veşart
    min ji evîna xwe kuştî bu
    Bi tilîyên destê xwe
    ew kole bu ew veşar tî bu
    Di wê şeva tarî de
    ku min yara xwe hîşt û ez çum
    disa hate bîra min.
    Ew şeva tarî
    Ew roja xwîn girî
    Di kezeba min dihele.
    Mêşa hingivê
    tuçar ji gul
    dur nabe,
    Pinpinok tuçar
    ji dara fenusê naçe,
    lê ew dînê
    ku evîna xwe
    kuştî
    û veşartî diçe
    Disa min wêna te dinêrî
    Te çevê xwe kil daye
    bihrê xwe rast kirîye
    mijangên te tuj dixuyan,
    çavên teyê belek.
    singa teyê bilint.
    bejna teya hevhatî.
    û delal dinêrim.
    Rojên meyên derbas buyî
    dihatin bîra min.
    lê ez çi bikim
    mefera min nîne.
    Destê min
    Di kelepçê dane û di binê zîndanê de
    girtîme
    Ew şevên kur û dirêj
    li ser ramza xwe dirêjkirî me
    û di bin betanîyê de digevizim.
    cîhê min sare
    şev tarî û bê denge
    di bin wek mehû sala
    Ting tinga seetê tê guhê min
    waxt dibore wek rubara
    dem diherike lê ji bo min
    Dem sekînîye
    yar
    Dest tavêjim balîfa ber serê xwe
    û bêhn dikim
    lê bêhna te jê nayê
    dengê naksa te jê nayê
    germîya canê te nahisim
    bi balîf ra şer dikim
    Heta li min dibe sibe
    mîna gulekî qermiçî
    serê vê şeveqê şîyar dibim
    yar
    wêra te di serê minde şewq dida
    Di xwezim vê şewqê ser kaxizê çêkim
    Dama destê xwe tavêjim pênusê
    Dilê min destur nade wê xweşik buna te
    ya wek rojê mîn
    mîna şewqa stêrka rengê teyê zêrî
    çevên xezalî
    lêvên gilyazî
    diranê merçanî
    Rengê bihuştên çinnetê
    ser kaxizê çawa çêkim
    ka ji minre bê jê yar
    cawa çêkim
    yar evîn qiblegehe
    qiblegeh nayê çêkirin û nayê nîvîsandin
    ew evîna ku dilda çi girtî axînîkê ku
    ji dilê min tê
    AX ax ax ax yar
    Bi bangîya evîna te
    ji kezebê şewutî
    Ew kezeba xwîn girî
    wek ewrê tarî
    Rondikê xwunê
    ji çevê min tê
    Bê dengîya mirinê
    Rojekî boy evîna yarê
    Benda dîtina çevbelekîya teme
    yar
    #helbest ‪@HelbestuStran‬ #helbestvan ‪@dilbirinjehat‬ #helbestenkurdi ‪@HelbestMusic‬ #dilbirinjehat

ความคิดเห็น • 16

  • @metinatlgan9155
    @metinatlgan9155 ปีที่แล้ว +3

    Her biji mamuste dılbırin jehat 👍🙏♥️

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว +2

      spas dikim cergo, tû her hebî çavê min. 🍀🌹

  • @oremary3098
    @oremary3098 ปีที่แล้ว +3

    Saet xweş 🌷❤️

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว +3

      spas cergo, tû her hebî çavê min. 🍀🌹

  • @ozguratilgan8314
    @ozguratilgan8314 ปีที่แล้ว +1

    Çı dengeke germe 👌👌👌

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว

      spas dikim, tû her hebî çavê min 🌹🙏🌹♥️

  •  ปีที่แล้ว +1

    Sihet xweş

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว

      Spas dikim tû her hebî çavê min .
      🙏💚🌹💛

  • @devrimalper7252
    @devrimalper7252 ปีที่แล้ว +3

    🥰🥰

  • @Kurdizm_
    @Kurdizm_ ปีที่แล้ว +1

    ❤❤❤

  • @ozguratilgan8314
    @ozguratilgan8314 ปีที่แล้ว +1

    ❤❤❤❤❤

  • @leylasoydan4380
    @leylasoydan4380 ปีที่แล้ว +1

    🌻💚❤💛👍