Helbest, Xizan Şîlan, XOŞEWÎSTA SÎNGSEDEF, Xwendin Dilbirîn Jêhat

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 3 ต.ค. 2024
  • XOŞEWÎSTA SÎNGSEDEF
    xoşewîsta sîngsedef
    ez te ji wîzewîza pêlên bareşa felekê
    dipirsim
    tevna hezkirin û bêrîkirina te
    bi pîzotên agirê dilê kewgirîn
    dihûnim
    ji keziyên porê te ya mircanî
    bêhna qurnefîlan
    difûre
    bêyî te
    ez bûm çûka hêlîn wêran bûyî
    û şeveder mayî
    bîranînên temenê zû kal bûyî
    xwîn vedirişin
    ma tu çi bûyî bûka bin perda
    veşartî û fedîyok
    wek Mecnûnê li Leylaya xwe digerî
    ez jî
    li nav toza çolistanên xewle
    li şopa bêhna henasa te ya germ
    digerim
    her şev
    meya sewdaseriya te
    dinoşim
    di mestbûna xwe de
    wek perperikan li dor bejna te
    ya fîdanî semaha ferişteyan
    digerînim
    were
    bi ramûsanên xunava lêvên sor
    birîna êşên bêderman
    bikewîne
    bi şewqa awirên efsûnî
    şevistanên tenêtiya wêran
    bibiriqîne
    bi hîqehîqa kenê şîrîn û şad
    qêrîna dergûşa nava min
    aşt bike
    li dûrî hesretkêşiya te
    gewriya xeyalên bêdeng
    di îskeîska kelegirînê de
    fetisî
    her roj li ber sîtavka neynikê
    pore janêşên bêçare şê dikim
    ez ê
    bibim çarçoveya wêneya
    şewq û şemala rûyê te ya nûranî
    li nav rûpelên deftera tî û birçî
    te bikim helbesteke qet ji bîr nebûyî
    li ser têlên tembûra xeyîdî
    te bikim awaza kilameke bi şan
    û şuhret
    tu
    periya îlhama derûniya min î
    horiya baxçeya bihuşta min î
    xuşexuşa peşkên barana hewşa
    koz û kulfeta min î
    rengê keskesora asoya
    xewnên min î
    roniya heyva giyanê yekşevî yî
    malxirabê êdî bese were
    hiş û aqil di serê min de
    gêj û sersem bûn
    min hemû dergehên demsalan
    ji hatina te re vekiriye
    were xoşewîsta min
    Xizan Şîlan
    2024-03-13
    Stockholm
    ‪@HunergehaWelat‬
    ‪@MemmusX‬
    ‪@hakkari_tv‬

ความคิดเห็น • 10

  • @ahmetavc1738
    @ahmetavc1738 6 หลายเดือนก่อน +2

    Dengê we û destê mamost
    e Xîzan
    xweş be

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  6 หลายเดือนก่อน

      Spas dikim helbestvanê hêja û giranbiha,
      Tu her hebî çavê min ♥️🌹✨👑🙏

  • @KadriAtlgan30
    @KadriAtlgan30 6 หลายเดือนก่อน +2

    Seet xweş helbestwanê hêja❤️👑

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  6 หลายเดือนก่อน +1

      Spas dikim cergo, tu her hebî çavê min.
      ✨🌹♥️

  • @yusufak6415
    @yusufak6415 6 หลายเดือนก่อน +2

    Deng u dilê te sax be 👏👌

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  6 หลายเดือนก่อน

      Spas dikim cergo, tu her hebî çavê min.
      ♥️🌹✨

  • @Kurdizm_
    @Kurdizm_ 6 หลายเดือนก่อน +1

    Dengê te saxbe xalo 🇹🇯

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  6 หลายเดือนก่อน +1

      Spas dikim, tu her hebî çavê min.
      ✨🌹♥️

  • @HusnuSoydan
    @HusnuSoydan 2 หลายเดือนก่อน +1

    Dengu dılıte sağbit rıhamın❤❤

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  2 หลายเดือนก่อน +1

      @@HusnuSoydan tu her hebî cergê min 🥰♥️🌹😘