Kawa Nemir Chiyano

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 5 ต.ค. 2024
  • Kawa Nemir, Fêrikê Usiv, Kurdî, Kürtçe, Şiir, Helbest,

ความคิดเห็น • 11

  • @mustafakilicaslan5858
    @mustafakilicaslan5858 3 ปีที่แล้ว +7

    Ç'YANО
    Ç'yanо, hey ç'yanо,
    Gelî xweş ç'yanо!
    Min ger'-geştê we
    Zefî seyr kirye,
    Zefî - li piştê we
    Ken-keser kirye,
    Gele gul, pincar
    Sîngê we çinye,
    Gele avêd sar
    Kanya veçinye.
    Hewa we zenyet
    Min hecam kirye,
    Ser cewêd cinet
    Ser-çev can kirye.
    Berx ajоtne ser
    Av-deravê we,
    Razame ez ber
    Siya zinarê we...
    Ez bendê bê per
    Li hêsûêd we şîn
    Gihîştime ber
    Perê erş-ezmîn.
    Wirda min dengê
    Teyra sehkirye,
    Wirda dûr -derez
    Min mêze kirye,
    Wirda stranê
    Min hewas kirye,
    Û miraz kirye,
    Min miraz kirye
    Kilamek usa
    Bavêjim ser we.
    Qapût-qutnîkî
    Usayî hêje,
    Wekî ku saz bê
    Li bejn-bala we...
    Ez şayîrekî
    Ji çilî derbaz,
    Ne hоstatîêda
    Kêmim, belengaz,
    Ne bê heyrim ez,
    Ne bê h'ub-hewas.
    Lê nikarim hê
    Bedew- bêqusûr
    Li hev bînim wê
    Şiêra nar û nûr,
    Bidrûm wî qutnî,
    Qapûtê hêje,
    Wekî ku saz bê
    Li bejn-bala we...
    Çi qapût heye,
    Çi xas, cewahir
    Ji wê xemla we
    Biharê çêtir?
    Çi dêrê kurdê
    Keskî bi k'оve
    Wê dоr we bigre
    Usa çarçоve?
    Çi qeytan mîna
    Gul-binevşê we
    Wê biç'ilvilin
    Usa li pêşê we?
    Çi kilam awa
    Wê xulînke xweş
    Mîna van cewa,
    Van teyredê nexş?
    Li pêşêd we rind
    Biharê naka.
    Şaneşînêd gund
    Nоla qîz-bûka
    Serî grêdayî
    Sоr, spî û şîn
    Ketine di nav
    Şayîke rengîn.
    Û we: Dbûrî,
    Qûç û Qemerdax
    Ewrêd kew li ser
    Serêd we papax,
    We li dоr evî
    Gundê de'watvan
    Bi hewes girtye
    Gоvendek gran.
    Çemê bûzdirîn
    Bi xulîn-xuşîn
    Rex we rahiştye
    Qeydekî tijî.
    Qeydekî wisa
    Xweşî şîrinşa,
    Ku berf ber helya,
    Ser havda kişya.
    Tenê çend kewkî
    Gultimayî man
    Li ger-guhêrê
    "Dibûrî" "Xama".
    Qey bê, qazin ew,
    Bi per-dûç'kê xwe
    Kurk rûniştine
    Li ser cûckê xwe.
    Fêza wanda, piş
    "Dûbrîê" se'va
    Nerm û nezanî
    Şems diçe ava,
    Usa- ça zerya
    Ûris pоrzêrîn
    Niqоbe di nav
    Pêla be'rê şîn.
    Û karê şivîn
    Sar mezmezkê ç'ya
    Mînanî zincîr
    Berbi gund radiçe.
    Şivan pêşîê tê,
    Kelbê wê li dû,
    Mînanî çêja
    Li ber "kêngûrû"
    Ber paşla şivîn
    Xanê dike baş
    Serê berxika
    Tezebûye qerqaş.
    Kurikekî jîr
    Wê bi eşq û dil
    Mizgînîê bide
    Dayîka dewkil.
    Dayîkê dake
    Dewê bînbihar
    Û çar-pênc hêka
    Bişîne dilbar,
    Wekî ku sivê
    Şivanê pispоr
    Bixwe tev qiçîê,
    Bоkоnekî sоr...
    Lezete, welle,
    Zeyneta Xwedê,
    Çaxê şivan ser
    Sifra tebyetê,
    Çend nan û hêka,
    Hin penêr- tоraq,
    Carna jî pêra
    Nîv şûşe araq
    Ji hevana xwe
    Hewas derdixe-
    Û dilê rehet
    Teştya xwe dixwe.
    Lê we nîbye tim.
    Hebye dewrek din,
    Çaxê ku rêncber
    Devê wî li nan,
    Çevî li himber
    Nhêr'ye heywan.
    Çim gur hebûne,
    De'beê dupê.
    Bir kirne birne
    Qersê û Qulpê...
    Esker hebûne,
    Eskerê şulet,
    Ser hêsûêd hêşîn
    Lêdane xêbet.
    Carê çend mîstewr
    Stendine şivîn,
    Xwera kirine
    Şîv û fravîn.
    Rêncberê çоlê
    Nav kesr û kerbê,
    Tîbûn li hêsûya
    Şkênandye --berfê.
    Çimkî cew-kanîê
    Hed û hesav der
    Bûbûn xûn xоlоr,
    Av gravêd gewr.
    Belê şer dibûn,
    Talan û tajan.
    Cew-kanîê cinet
    Bi xûn dikişyan.
    Dijmin lêdida.
    Dijmin disenî,
    Ehlî hevdida
    Har û bê fe'mî...
    Naha her havîn
    Qelfê tirmixçya
    Mîna minminîk
    Hilpar'k divin ç'ya.
    Hоn digrin hewas
    Li sergerê jоr,
    Qey li gera ç'îê
    Dertê keskesоr...
    Lê hingê milê
    Dbûrîva lez
    Hevraz hildik'şyan
    Du berê qalmes.
    Kîjanê xwe zû
    Tepara digîhand,
    Kevir û kuçik
    Ya din direşand.
    Hê tu çegîlçya
    Tu sala li wir
    Tоp nekirine
    Aqa qûç- kevir,
    Çiqa wan merîê
    Fe'mkоre neheq
    Berev dikirin
    Û davîtin hev.
    Şems çerxvedida
    Hersal mîna xwe,
    Davît rû erdê
    Te'm û tîna xwe.
    Destê wext-we'de
    Batinîî sêr
    Hersal- herhavîn
    Tacê şemsî zêr
    Siva ji serê
    "Msk'în" hildanî,
    Evara serê
    "Dbûr"dadanî.
    Dîn dua dikir,
    Lê şemsê êzdya,
    Nedigirt destê
    Diz û qetilçya.
    Na, bin tacê şemê,
    Tacekî mayîn
    Gere bata ser
    "Dbûr" û "Msk'în".
    Belê, hat ew tac:
    Beyraqa me sоr,
    Zelal kirin av
    Ji xûn û xоlоr.
    Milmilî ew ser
    Vê heyat, hewê,
    Çawa perê teyr
    Ser cûcikê wê.
    Û fra ketin.
    Cûcikêd teyra:
    Lawêd welêt û
    Gihîştin steyra.
    We çev lêye, ç'ya,
    Ç'yaêd ejdeha?
    Ça ber pêşê we
    Guldaye gunda...
    Qey mal, mektebêd
    Çendqataye rind
    Dikin bighîjin
    Bejnêd we bilind.
    Mîna kudkê ber
    Bedenêd fîla
    Xwe dane ber wan
    "Fyat" û "Zîla".
    Hiz nakim avtya
    Her bо wê yekê,
    Wekî ew naçin
    Ber wê belakîê,
    Belekya heç'ê
    Wê Elegezê,
    Ku min zef dixwest
    Biçûma fêzê...
    Divên waxtê ku
    Dinya bû t'оfan,
    Hingê gemya Nuh
    Hat vî ç'yaê han.
    Ç'ya k'êlimî, gо:
    "Оlan, hela gez.
    Ç'yakî din dha
    Blinde, ne ez."
    Nizam raste ev,
    Yan nizam derew,
    Lê rastî ewe,
    Ku ç'yaê bedew
    Li vê besta ç'ya
    Nоlanî gemî
    Bye elkaneke
    Hêşîne xewnî.
    Û nav оvkyana
    Ezmîn kîmkîme,
    Ber baê we'de,
    Pêşda dikşîne.
    Bi qоnax-qоnax,
    Bi qeyde-qeyde
    Neslekê dve,
    Yekê datîne.
    Wê me jî dayne.
    Emê jî herin,
    Hûnê bmînin,
    Ç'yaêd mqerim.
    Lema min zûda,
    Zef zûda xwestye
    Kilamek usa
    Bavêjim ser we,
    Qapût-qutnîkî
    Usayî hêje,
    Wekî ku saz bê
    Li bejn-bala we
    Û heta-hetê,
    Û heta hetê
    Bi wera bijî
    Li rûhewatê.
    NOT: Tîpguhêziya vê helbestê (ji kîrîlî bo latînî) ji pirtûka şayire bi navê NARÊ hatiye kirin , 1972, Yêrîvan.
    Bi guman im bi dilê we çêbûye. Wekîlêd silavan

    • @RebinOzmen
      @RebinOzmen  3 ปีที่แล้ว

      Malî ava.

    • @RebinOzmen
      @RebinOzmen  3 ปีที่แล้ว

      Gelek spas dikim keko.

  • @7777kayakaya
    @7777kayakaya 2 ปีที่แล้ว +2

    Her dem xemginiya Kurdistane ser dılemıne 💔

  • @hasan0414
    @hasan0414 4 ปีที่แล้ว +2

    Qurbana dengê teme Kawa

  • @yusufdenizhan299
    @yusufdenizhan299 2 ปีที่แล้ว +1

    Xwandina wê ne başe lê belê wateya helbestên wê gelek sipehî ye

  • @mesutbilgic6415
    @mesutbilgic6415 3 ปีที่แล้ว +1

    Yunus Dişkaya - weylo çîyano..

  • @memartemet8645
    @memartemet8645 3 ปีที่แล้ว +1

    Razame li ber sîya zinarên we.

  • @laweperixane
    @laweperixane 4 ปีที่แล้ว +2

    Wî qutnî, qapûtî li bejn û bala we....

  • @altankams7734
    @altankams7734 9 ปีที่แล้ว +3

    bi xêra xwe gotinên helbestê binivsînin da ku em jî karibin bi we re deng bidinê

  • @omerdogan2263
    @omerdogan2263 8 ปีที่แล้ว +1

    ew di kijan pirtûka ferikê ûsiv de derbas dibe?