Kawa Nemir - Katjimêrên Banû B'yê (Ji Dengê Wî) [Jêrenivîs]

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 5 ต.ค. 2024
  • Kawa Nemir - Katjimêrên Banû B’yê
    “Zînê li gel findê bû cot
    Rûnişt ji xemên xwe re got”
    Mem û Zîn, Ehmedê Xanî
    I
    Li vir, li vî xaniyê dêran ê ji ber siwarçakê min
    ê çavşîn mayî, rûniştî li ber bêrehmiya
    dema stewr, tekber şikber, li pêgermoka ku riya
    min dibe ser kendalên baz, her şev, her şev, em tev,
    li gel sawîrên ku ji nava şaxên erxewanan de dijenînin -
    guh li guhdariya gakûviyê ku diniqute ji gewriya xwe de,
    li vir, li nava zêdebûna ku bi demê re mirov diçivîne,
    bi xêra beyaniya ku dê darbinçeng be, nas dikim,
    bi têra xwe birîndar bi xem û xeyalan, nas dikim,
    em dijimêrin katjimêrên xwe yên ku dikumişin ser hev,
    çawa ji nişkê ve gewdeyê agir û alav dagêr dibe ji lûtkeyê,
    çawa ji hindav de diteqe volkana li jêrê,
    em dijimêrin katjimêrên xwe yên bayî yên mala miriyan.
    Eza banûyeke weza, çav li bapora ku xeware dibe
    li nava mij û morana stûr, a vê nîgara bi dîwarê derizî ve,
    diheje ji ber kûrhenaseyên jina ku li qatê bilind, bi meymûnê
    xwe yê keçel re govendê digerîne, li ser serê min ê betalkirî,
    awirên siwarçakê min ê şîn xûz bi ser min de, seraqet
    vêdixe cixareya min a Gitannes, seraqet bi min de
    diteqe qirmeya leganî, seraqet tarî me, li vî biwarî me
    û hê gelek biyavên ku mîna qalikên pîvazê jev vedibin;
    hevkat dirijime derdana derdan a yekî ku amade ye
    min bigevizîne li nava çarşevên seten, xwîna min bimije ji giyan.
    Min ê ev bigota, “Tu here, ji min nayê. Sê gewde ji ber
    min çûn, sisêyên bûyî arî. Çav bi hêsir, hişyarî cîhanê bûm
    her car. Tu here, Fûrûxê, te dî paşê hatim, paşê, te dî.”
    Min ê tev ev bigota, çawa min gotibû xwediya vê mala miriyan.
    II
    Dalaneke xikîxalî bû jiyana min a li gel mîrzayê min, yên ku dimane
    dawiyê, em fêrî zanyariya hişkbûn û weşanê dikirin, em hildidan dibirine
    beyaniyên mêrg û çîmanî, em pê dibaniyan li hê tiştine dîtir, tiştine dîtir,
    sardonya bûn, bi katjimêrên min re bi ber bayê êvarê diketin,
    bi ser aramiya pak pîvandî û rokirî ya malikên çarserî de digirtin.
    Rabûme ranebûme, eza mêşeke di hundirê cama bênuma de diperpitim,
    rabûme ranebûme, her dûr ji hatûçûya, pîlansaziya, xwedermankirina
    ku ji şeva çûyî de li hundirê vê mala miriyan tevdigere vedigere.
    “Belê, Fellini, na, Bergman, na, Trauffut, kê nemirandibû ev hevok?”
    Ev û hê tiştine dîtir, ku jê re gelek temen divên, heke bikaribî reha bibî
    ji têgehên gopalî yên tûteberî û ku ji bîr nekî zarokekî çênekî.
    Eza li ber nermebayê qesas ê leylaqan, ên di navbera min û
    awirên wî yên şîn de, li guhdariya pêlên ku xwe li pêlşikênan qerase dikin,
    min Na’yek nîne li jêr banê vê mala miriyan a dêran.
    Danê ku bi tenêtiya bişkoj re dirije kunê nîvşeva hespên tor,
    danê ku kêliyên monokrom berhev dike ji şêniyê xwe re,
    xwe diedilînim navika pirsine bêçine, alazine bêdestpêk û bêdawî,
    “Gelo îro lê dim herim wê kafeya ku ew awirê birçî ji min ditehmije?
    Gelo kevlankê xwe biguhezim, ji xwe re karekî birêkûpêk peyda bikim?
    Qewaneke derizî daynim ser, bi wî re berî bidim kepûyeke Halîkarnasê?”
    Ev û hê pirsine dîtir, ku min vedigindirînin vê cîhana bêban.
    Xeyala cime’ata min a xeyalî ne xeyala min e; serreşên zilindar in,
    devkurmî, keleş û rêbirrên birîndar in, ger çi jar in, ji XWE gunehkar in.
    Belam wî şewata şehwetê dadida di min de. Palemarî xewa xweş dikir.
    Ev hestiyên min in, ev jî hebek arî. Piştî xitimkirina rojnameyên selexane,
    piştî têkbirina bêdengiya li ser serê min qerimî, çu neşêm bilivînim cîhanê,
    çu neşêm bibêjim, ku deriyên beyaniyê dê vebin bi ser baxê nemir de.
    Na, dernakevim nediyariya xwe. Ez ê li hêviya xaçepirsa wî bimînim,
    ku mîna şêtan stûyê xwe dişikêne, gulên tawanên xwe helal dike.
    III
    (Beşa sêyem nakeve vir, youtube qebûl nake, hûn dikarin ji ser malpera me helbestakurdi.com'ê bixwînin.)
    ASOYA HELBESTA KURDΰ
    22ê Çileya 2018an
    TÊKILÎ
    Emaîl: asoyahelbestakurdi@gmail.com
    Facebook/TH-cam: Asoya Helbesta Kurdî
    Twitter: @asoyahelbesta
    [ETÎKETÊN BEREDAYÎ: kawa nemir, katjimêrên banû b'yê, katjimêr, banû, b'yê, kawa banu b, kawa katjimêr, helbest kawa nemir, kawa nemir helbest, kawa nemir erol şaybak, kawa nemir çiyano, kawa nemir şiirleri, kawa nemir selpakfiroş, kawa nemir kimdir, lo dublaj kawa nemir, helbestên kurdî, asoya helbesta kurdî, yt:cc=on, helbest, kürtçe şiir, kurdish poems, poem, şiir, kurdistan, deng, guhdar bike, vîdyo helbest, en güzel şiir, helbestên xweş, herî xweş, very well poem,]

ความคิดเห็น • 9

  • @jirxortek8018
    @jirxortek8018 5 ปีที่แล้ว +5

    Maşallah 'helal be. Spas dikim ji bo vî xebat û keda we. Se'idê Kurdî(Nursî) dibêje: "Zimanê we wek dara bihuştê destdayî(mustaid) ye." Divê em jî li ser bixebitin👏👏👏

  • @ciyabeg
    @ciyabeg 5 ปีที่แล้ว +6

    Ki dıkare hive hındake, tave roje bihne
    Ez kurdım
    Zımanemın kurdiye
    *EZ HEME*

  • @onrmrwn
    @onrmrwn 3 ปีที่แล้ว +1

    Temam me fêm kir gelek xweş û bêhempa dinivîsî kawa nemir belam mirov qasî nivisandina xwe rind dixwine? Helal bo kekê bi pey te me

  • @Ahmed-jl8bt
    @Ahmed-jl8bt 5 ปีที่แล้ว +2

    Vîdyo û helbest pir watedare dest û lingên we sax be

  • @mihemedkurdi3487
    @mihemedkurdi3487 5 ปีที่แล้ว +3

    'li idîr ê lî helbestanê deşta mîn ji tere hezar silav

  • @mustafaYldz-kk3kz
    @mustafaYldz-kk3kz 4 ปีที่แล้ว +1

    virâ kerêyë

  • @mehdituguc1584
    @mehdituguc1584 5 ปีที่แล้ว +2

    Tu nemire Kawa Nemir

  • @KrzysztofKieslowskii
    @KrzysztofKieslowskii 5 ปีที่แล้ว +1

    Edî peyv xilas bû..🤗

  • @shekhohussein1005
    @shekhohussein1005 3 ปีที่แล้ว

    💐💐💐