Rojen Barnas - Rojbaş Roza
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 5 ต.ค. 2024
- rojbaş
beyanî be xêr
ez û tu
bi çivik-firê
sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
lê, bi giyanî
ji canê hev ji hev re nêziktir in.
dengê min nagihîje te, dizanim
di vê berdestî sibê
di xewka şîrîn
pêjnê
hilîne
ku bibêjime:
di xewnê de rojbaş
di xeyalê de beyanî be xêr.
bi nermî çavên xwe veke
tevzî li ser tavzîyê bi şîranî
belav ke li canê xwe
û bi giranî
bi bîr bîne ku
ev herikîna pêlên pêjnîn
di ser bej û derya de
bi milmilîn
bi axîn
derketiye.
ev ne nonûçe ye, metirse
ev ragihîn
ev dazanîn e, ji dilê min ve
dilê min
kaniya agir
dilê min
kevanê evîn.
xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre
tê bibînî
bejekî
ku mîna nikulekî kêrr
serejêrî atlantîkê biye
serî,
ji derya qeşemê gewr
û dilê wê
ji bêriya rojê dixewire
a...
ha!
li wir e,
hêlîna tenyayiya dilê min.
gul li şaxê
kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
ku ji avê derkeve
masî
dimire
rast e,
meriv meriv gotiye
masî jî masî...
em,
ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
bi çavek xwas
gava lê bê nihêrtin-
lê em jî
ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin
ji wan gelek
ne teveltirin.
ez,
ne şaxa hewrê
ne şiva mêwê me
ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
ji nû ve reh berdim di axê de.
tu wisa
bi çavekî xwas
bi mantiqekî rût
li sinê min menihêre.
heriya min,
di teşta çandekî mêjûyî de
bi hezar salan
hatiye hevîrkirin
û ez hatime patin
di hêtûna
netewebûyîna
gelekî
kevintirîn
û ez
ji zerduşt pîrtir
ji sedsaleya xwe
hêşîntirîn.
biyanîtî dijwar e, roza
biyanîtî,
kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
û tenyayî
mîna dilopekî xwas
li okyanûsa mezin
bi serê xwe:
bê windabûn,
bê fetisîn
jiyîn...
ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
meqerime
meqerise
raneweste weşekî
bifûre
bikele
meawiqînê gera xwe
haya te
ji te
hebe.
bo welatê xwe, ji welat dûr im
bo welatê xwe cêlî û tenya
bo welatê xwe,
li van deveran tengezar im.
ey olana heyvê
ku niha
leylana wê li diclê
li firatê diîse
an mîna keçperiyek dileyize
li ser deryaça wanê
û ey kevirên reşî amedê
ku niha
li ber tava wê dibirise:
hûn nizanin ku dilê min
çawa bi we ve ye,
bi bêriya we çawa davêje
çawa dimerise
ji weşê carek.
rozayê!
xweşkokê
şîrînê
hişazayê
li pêş vêna min ronahî
di şêna min de, serketina li xwezayê
lê,
bûka yekşevîn
ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve
bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me
yek bi yek
û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje:
"ey dostê min î rabirdû
mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re?
kengê bi me re
derkevî serketinê?"
roza!
dilmiza, evîna min
xweşî şahî bo te
rojbaş
beyanî be xêr.
Sîlav ji Lalîşê ❤️💛💚
Şevbaş hevala min, êvar bixêr. Va dîsa bû şev bê te.
Alî kardeşimden bana. Teşekkür ederim. Rabbim seni ve aynuru en kısa zamanda kavuştursun. Kavuştuğun zaman buraya yaz olur mu.
Umarım ikimizde sevdiklerimize en yakın zamanda kavuşuruz.
Biyanîti dijware bira.
Rojen Bernas afirînerê hîsan e, min wateya di helbestên wî da xeynî di ti helbestî da nedît.
Ez û tu
Bi çivîk-firê
Sê hezar kîlometre ji hevdû dûr.
Lê bi giyanî,
Ji canê hev jî ji hev re nêziktirin.
Mayın tarlasında iki el sevdaydık, aşkımıza şir bulaştı sevdamız yetim kaldı...
Kajin♥Ariana
Rojbaş Zîzî, beyani be xêr.
Ha lı wıre helina tenayiya dılemın ROZA ❤️
Nivîskara helbestê; Rojen Barnas
Dengê te saxbe keko♥️
”rojbaş Roza, beyanî be xêr
ez û tu bi çivîk-firê sê hezar kîlometre ji hevdû dûr lê bi giyanî ji canê hev ji hev re nêziktir in.
dengê min nagihîje te, dizanim
di vê berdestî sibê di xewka şîrîn
pêjnê hilîne ku bibêjime:
di xewnê de rojbaş
di xeyalê de beyanî be xêr.
bi nermî çavên xwe veke
tevzî li ser tavzîyê bi şîranî belav ke li canê xwe
û bi giranî bi bîr bîne ku ev herikîna pêlên pêjnîn di ser bej û derya de bi milmilîn ji hinavên min î sotîbi axîn derketiye.
ev ne no-nûçe ye, metirse
ev ragihîn ev dazanîn e, ji dilê min ve
dilê min kaniya agir
dilê min kevanê evîn.
xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre tê bibînî bejekî ku mîna nikulekî kêrr serejêrî atlantîkê biye
serî, ji derya qeşemê gewr û dilê wê ji bêriya rojê dixewire
a…ha !
li wir e, hêlîna tenyayiya dilê min.
gul li şaxê kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
ku ji avê derkeve masî dimire rast e,
meriv meriv gotiye masî jî masî…
em, ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
bi çavek xwas gava lê bê nihêrtin-
lê em jî ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin ji wan gelek ne têveltir in.
ez, ne şaxa hewrê
ne şiva mêwê me
ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
ji nû ve reh berdim di axê de.
tu wisa bi çavekî xwas bi mantiqekî rût
li sinê min menihêre.
heriya min, di teşta çandekî mêjûyî de
bi hezar salan hatiye hevîrkirin û ez hatime patin di hêtûna netewe-bûyîna gelekî kevintirîn
û ez ji zerduşt pîrtir ji sedsaleya xwe
hêşîntirîn.
biyanîtî dijwar e, roza
biyanîtî, kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
û tenêyî mîna dilopekî xwas li okyanûsa mezin
bi serê xwe:
bê windabûn,
bê fetisîn
jiyîn…
ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
meqerime meqerise raneweste weşekî
bifûre bikele meawiqînê gera xwe
haya te ji te hebe.
bo welatê xwe, ji welat dûr im bo welatê xwe cêlî û tenya bo welatê xwe, li van deveran tengezar im.
ey olana heyvê ku niha leylana wê li diclê
li firatê diîse
an mîna keçperiyek dileyize li ser deryaça wanê
û ey kevirên reşî amedê ku niha li ber tava wê dibirise:
hûn nizanin ku dilê min çawa bi we ve ye,
bi bêriya we çawa davêje çawa dimerise
ji weşê carek.
rozayê! xweşkokê şîrînê hişazayê
li pêş vêna min ronahî di şêna min de, serketina li xwezayê
lê, bûka yekşevîn ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me yek bi yek û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje :
- ey dostê min î rabirdû mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re? kengê bi me re derkevî serketinê?
roza!
dilmiza, evîna min xweşî şahî bo te
rojbaş beyanî be xêr.”
bo welate xo jı welat dur ım
bo welate xo celiyu tenya
bo welate xo le wan deberan tengezar im.. ✌
gitme royam
talan olur yüreğim
uçsuz bucaksız çöllerde
yoksul kalır sevdam
sevda içinde
Ez u te jı hew du durun serhıldan ❤roj baş 😢
em zi durun di zanim ciqa le zore
gelo cidibi em ciqa le hesdiqin welat
oqa dur diqewin serine weqa sememoqa me
Rojbaş Keke Rojen, Rojbaş Navdaremine bêagah
Rojbaş Roza, beyanî bi xêr
Beyanî bi xer
2015 de û ve gavê gohdar dikim ❤
Rojbaş roza🌹
dasg xwesh serkifte be
🌹❤️Roj baş Roza 😍🌹❤️
Xweşi şahi bo te roj baş beyani bıxer !
Deng xweš ❤
Har bijî 💐
Hest sax bin 🌺🌹
Rojen barnas❤
biyaniti, yané xeribi, ew ki bu roza? xerib yan ji nas?
Roja ğıyrerojbin😂
❤
2015💕
sırf bu şiirleri anlamak için kürtçe kursuna başlicam.
niwemange 5 yıldır umarim öğrenmişsindir.Ben de 1.5 yıl önce kursa gittim ama hala bu şiirinin bir kısmını anlamıyorum :)
Bana anlamini yazarmissiniz
Bi an kendimi şanslı hisettim ki Kürdçe yasaklı dildir
7 Sal derbas bûye ez hêvîdarim ku tu hînî zimanê Kurdî bûye 🌹
@@Abish472 Neha bûye heşt sal. Ez jî hêvî dikim ku wisa be (qelpp)
Sersera😇
♥️