Gulîzer - Porkurê (Deng: Roza Ozek)
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 13 ก.ย. 2024
- Piştî demeke dirêj dîsa merheba. Em ê dîsa bibin koza helbesta Kurdî.
Gulîzer - Porkurê
Deng: Roza Ozek
Vîdyo: Xendekî
Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"
Porê min ê tî
Diqurufe hêdî hêdî
Diricife
Berî ku satilcanî nebûye
Were
Aniha wê ji hesretan bibe sosret
Xwezî
Xwezî min carek din jî
Keziyên xwe bi barana tiliyên te av bidana
Xewnên porê min
Li ser balîfa şevê
Ta digrin her şev
Dikevin tatêla nehatina te
Bê netewe
Bê nasname dimînin her şev
Diheyirim
Wan çawa bihewînim
Bi kîjan bayê ve girêdim
Bi kîjan bengulîkê bi rê kim
Xwezî
Xwezî careke din jî
Te serê xew(n)ê daniya ser guliyên min
Dema ku têlên porên birîndar
Kul û keserên xwe
Ji tiliyên te re vedikir
şûrekî fermî
Ew kêlikên xwedayî diherimand
çilçaviyên keziyên min
Bi girî ve dikir
Tiliyên te yên hunermend
Di nav bihara porê min de
Serjêkirî diman
Porê min dibû dareke ji darên qebhetan
Deh seriyên jêkirî
Pê ve daleqandî
Derî bi derî digerandin ji bo şîretan
çil roj piştî şînê
Dîsa qêrîn bi dengê wî yê bêar diket
Were
Were
Xweziyan
Bineqîne ji nav keziyan
Were
Li ser hespekî hêç
Bayê li dû xwe bihêle
Were
Por bike qada reqsê
Li ser govendê bigerîne
Were
Tiliyên xwe bike şûrên şamê
Porê min têl bi têl talan bike
Were
Bila porkura vî bajarî ez bim
Were
Gulîzer
"Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
Ev der dengê helbesta kurdî ye.
BIBE ABONE:
1 - Warê Helbestê
➤ / warê helbestê
2 - Asoya Helbesta Kurdî
➤ / asoyahelbestakurdî
Lîste: KORONA-HELBEST
➤ • "Helbest Di Çaxê Koron...
Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤ • Vîdyoyên Herî Baş
Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
➤ • Helbestên Kurdî
Lîste: DENGBÊJÎ
➤ • Dengbêjî
MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤ / asoyahelbesta
Facebook: ➤ / asoyahelbesta
Instagram:➤ / asoyahelbesta
Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş
Çi xwes, çi heja. Her bijî ji bo kedkaren we helbest e.
Bi rastî helbestvan peyv li peyvê siwar kiriye pênûs wî her dem 'li dar be.Xwendevan jî xweş xwendîye.seat xweş.
Helbeste Nuh bıla ben zaf mamoste heja