Ehmed Huseynî - Vê Êvarê (Deng: Roza Ozek)
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 13 ก.ย. 2024
- "ji bo Jîna Amînî"
Ehmed Huseynî - Vê Êvarê
Deng: Roza Ozek
Vîdyo: @HunergehaWelat
Wêne: Medya Civakî (Twitter)
Amadekirin: Rênas Xendekî
Vê êvarê,
Ji min netirse!
çavên min ji boyî dîtina hinarkên te yên şermîn,
Destên min ji boyî guvaştina destên te yên narîn,
Helbestên min ji boyî pesinandina rondikên te,
Giyanê min ji boyî parastina xewnên te
û bîranînên min jî ji boyî ronîkirina zindanên te dijîn..
Ji min netirse!
Di ala te ya birîndar de,
Rengekî birîndar im,
Nayêm dîtin..
li ser devên sînorên te,
pasvanekî kuştî,
şervanekî evîndar im,
ji bo te dijîm,
lê bi tenê ji te bêpar im..
Vê sibehê,
Li ber dergehên te yên girtî,
Di dojeha stiranên te yên reşgirêdayî de,
Di xirecira navên te yên qedexe û kuştî de,
Di nav pêlên aziryayî yên dilê te de,
Di çurîskên giyankuj ên bêrîkirina te de,
Di neynikên reş ên bindestiya te de,
Li zaroktiya xwe digerim,
Di gel ku dizanim ez dê di nav destên te de bimirim,
Lê dîsa jî, Li dilovaniya goristanên te vedigerim!
Vê sibehê, Xewnên xwe li pey hev rêz dikim,
Sînga xwe li pêşberî hilatina te vedikim,
tîrên ronahiya te bi hibra xwînê himbêz dikim..
lêvên te bi pinpinîkên helbestekê dixemilînim,,
Karwanên evîna te di qublenameya çavên te de dilerizînim,
Tu şewata zimanê min î..
Tu bendemana ji kevir î
Tu neviya demsalên agir î
Tu sertac û naveroka êşa giyanê min î
Vê sibehê,
Tu Qamişloka min î,
Tu Hewlêra min î,
Tu Mehabad û Ameda min î,
Tu zemzem û kemenda min î,
Tu ayet û penda min î,
Di çavên min de tu neynûk î,
Sirûda min î, zêrîn çûk î..
Vê sibehê, Tu gernameya jiyana min î…
Tu pasvana xewna min î…
Girtîgeh î, hem sêdar î,
Hem wateya mana min î.
Vê sibehê,
Pirtûka çavên te vedikim,
Bi tirêjên rojê dişewitim,
Pirtûka dilê te vedikim
Di sirûdên êşê de diperpitim..
Pirtûka hişê te vedikim,
Bi kêrên bêrîkirinê birîndar dibim..
Vê sibehê,
Dixwazim çavên min birijin
Da ku pirtûkên bindestiya te nebînim..
Ehmed Huseynî
#jînaamînî
Warê Helbestê ©
"Asoya Helbesta Kurdî"
🌸 Silav! 🌸
Hûn bi xêr hatin qenala "Warê Helbestê: Asoya Helbesta Kurdî"
Ev der dengê helbesta kurdî ye.
BIBE ABONE:
1 - Warê Helbestê
➤ / warê helbestê
2 - Asoya Helbesta Kurdî
➤ / asoyahelbestakurdî
Lîste: KORONA-HELBEST
➤ • "Helbest Di Çaxê Koron...
Lîste: VÎDYOYÊN HERÎ BAŞ
➤ • Vîdyoyên Herî Baş
Lîste: HELBESTÊN KURDÎ
➤ • Helbestên Kurdî
Lîste: DENGBÊJÎ
➤ • Dengbêjî
MEDYA CIVAKÎ:
Twitter: ➤ / asoyahelbesta
Facebook: ➤ / asoyahelbesta
Instagram:➤ / asoyahelbesta
Ji bo darîkirinê mala we ava.
Heke keyfa we jê re bê; biecibînin û bişopînin :)
Dema we xweş
Mîrê peyva Kurdî temen dirêj be.
❤❤
❤
Ere mamosta heja a wıha helbesata bı deng bine ♥️🌹
Spas malî ava. Em hêvî dikin Hûn ji bo alikariya me belav bikin :)
@ ser sera ser çava mamaosta heja jı bu peşa roje serkeftin 🌹♥️