Selman Omeryanî-- Kengî Tê Bê
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 5 ต.ค. 2024
- Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê şêrîn devê
Lêv hingivê, ebrû çivê
Por şevê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê sebra dila
Por şevînê li ser mila
Em herne nav bexçê gula
Gul bidne dengê bilbila
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, lêv şêrînê
Dêm nîvişkê hingivînê
Derman bikî vê birinê
Bighêne hev Mem û Zînê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê herne çiya
Rûnin li ber hûr deviya
Paldin li ser gul û giya
Rûnin li bin siya biya
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê meş xeramê
Şêrîn kenê, şekrê Şamê
Kengî bê ez xulamê
Ez ramîsim te dotmamê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Kengî tê bê, kengî tê bê
Pêncî sal in ez bi şîn im
Ez ceger her dem bi xwîn im
Pir nexoş im, dilbirîn im
Ez li ser te her dixwînim
Dest xweş mamost e heja
Pênûsa mamoste cegerxwîn û hest û awaza te saxbit. Gelek gelek xweş çêbûye. Stranên wiha bêyî studyo, bi tenê tembûr û dengekî ji dil dibihîzim ew stran dibe favorîya min 🌷
@@ibrahimturan5074 Spas kekê brehîm, malî ava, kesê wekî te pîroz in ji bo min 🌹
Tu helbestan xweştir dikî bi deng û saza xwe mamoste ,silavên germ ji keça rojava ❤❤
Silav li xwişk û birayên rojava🌹
Harika bir ses
Deng û dilê te her sax be hunermendê hêja 👏👏🌹❤🌹
❤
Sihet xweş
Bîra îzna te hebe di rûpela xwe de Parve bikim.
@@LiberalDiktatoR_ kîjan rûpel keko 🌹
👏👏👏👏👏
❤