Helbest, Aydın orak DİLOPEK HÊSTİR Xwendin, Dilbirîn Jêhat

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 3 ต.ค. 2024
  • Aydin Orak - Dilopek Hêstir
    -
    Ji bo te
    Ez bûm ax û kevir di bin cotê beyar de
    Bûm teyr û firiyam çûm çiyayê herî bilind.
    Ez bûm pelekî hişk û ji çiqlê dara xwe ketim
    Ku mizgîniya zivistanê didim.
    Bûm qaqlîbaz ji welatekî koç dikim
    Diçim welatekî din.
    Ez bûm agir û dilan dişewitînim
    Bûm bi hezaran stêrk
    Êdî heyv jî hostayê min e.
    Bûm derya û dinyayê di bin avê de dihêlim
    Bûm pirpirînk û yek bi yek li ser kulîlkan digerim
    Ker dibim
    Kor dibim
    Lal dibim
    şev û roj ji min re dibin yek
    Vê yekê bizanibe ji bo te, tenê ji bo te...
    Dilopek hêstirim dikevim ji çavên te
    Dibim baran û dibarim hûr hûr
    Li ser deşt û newal û gulîstanan
    Kulîlkên sor diçînim ji bo te.
    Ji bo te bûm çîrok û ketim dilê dîrokê
    #helbest #helbestvan #helbestenkurdi #dilbirinjehat

ความคิดเห็น • 7

  • @metinatlgan9155
    @metinatlgan9155 2 ปีที่แล้ว +1

    Her biji mamuste dılbırin jehat 👍🙏♥️

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  2 ปีที่แล้ว

      spasiya te dikim, tû her hebî çavê min. 🙏🍀🌹🌻

  • @servangever
    @servangever 2 ปีที่แล้ว +1

    Sihetxweş birayê min, Mamosteyê hêja Aydın Orak re jî silav û rêz.
    Helbestek encax wiha xweş tê nîvîsandin, û dengek encax wiha di nava helbestekê de dilê mirov zîz dike..

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  2 ปีที่แล้ว +1

      spasiya te dikim hêja,tû her hebî çavê min .🍀🌹🌻

  • @_rhea111
    @_rhea111 ปีที่แล้ว

    🌸🌸🥺❤️