Ferhad Merdê - Şevek Tarî 2021 فرهاد مردي

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 8 ก.ย. 2024
  • Şevek Tarî
    TOMARGEHA SERDEM
    AWAZ & ARANJOR
    AMIR HESEN
    CAN DAHIR
    ÛD
    YÛSIF ELÎKÊ
    TŞÊLO
    BIRAHÎM ELÎ
    TEMBÛR
    MÎRAN OSO
    Spasî ji bo
    gundê Girê Moza Tirfa Hecî Ken'an Hisên Xelîl Murad
    Jîn El'umerî
    MONTAC
    CAN HISÊN
    RONAHÎ
    HOŞENG HADÎ
    D.O.P
    ALAN ANDROS
    Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim
    Êvarekî dereng li ber dergehê şevekê ez ketim
    Şev bû li yekî digeriya go bela xwe bifiroşê
    Gerî û negerî di dawî de ez dîtim
    Dît go ez bi tenê me bê kes im bê heval im bela xwe da min
    Di serî de çav berda xemla evînê
    Go ji dil tazî bike , bike kavil
    Û rengê go mi li xwe kom kiribûn
    di kefenekî reş de wê girêde bike ji rengê xwe
    Go wek wê biba wê min bikira keroşkek di dava nêçîrvanan de
    Min ê nedikarîbû bibezim û nejî dikarim ber xwe bidim
    Dixwest , dixwest di dergûşa bê hêviya de li ber lorîkên 'ezraîla de
    min bi xew ve bibe
    Ji boy kes nizanibe carekê ku ez hebûm
    Li bende bû li bende bû go ez bigrîm û ew bikene
    Lê , lê wê hizir nedikir gotina dawî ji devê min wê çi derkeve
    Min go wa şevê
    Min go wa şevê
    Tu gavên xwe zêdetirê xwe davêjî
    Ma te mi li çola dîtiyi û go tu min pepûk û reben dibînî
    Ez ne parsekê li ber dergehê êvara te me şevê
    Ez rastî gelek şevên wekî te hatime û bê bersiv nemame
    Li bê deng bûna min nenere go ez nikarim biqîrim
    Qêrîna min ji temenê te mestire
    Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê
    Tu çiqeysî xwe li min tarî bike şevê
    Û tu hemî stêrkan li ber çavê min bide alîkî
    Û tu heyvê bi min bide jibîrkirin
    Di guhê tariya te de ez ê dîsa qîr bikim
    Agirê ku ji destê hevalê min vêketiye ez li ber im
    Çawa be ez li ber im
    Ji roja go ez bûme ez li ber im
    Ez ne ji mineta agirê tu kesî me şevê
    Tu wek xwe bik û ez ê wek xwe bikim
    Helbet wê bibe sibe ez ê hebim û tê tinebe
    Hesabê xwe bike ku wê roj derkeve û ez ê bînim bîra te
    Ez ê bikenim û bînim bîra te
    Ez ê bînim bîra te xencerê go li pişta min ketibûn ji destê kê bû
    Û şevşevokê go te min pê ditirsandin ew bi kude çûn
    Yê go ta'ma sibehan kiribe
    Zehmete serê xwe ji tarîtiyê re deyne şevê
    Perdê guhê go ji qêrîna min qetiyane ji ker bûna xwe poşman bûne
    Heta go tu hebe qêrîna min nasekine
    Ji nihade hesabê xwe bike go wê dora min jî bê û tê tine be şevê
    قناة فرهاد مردي الشخصية على اليوتيوب بإمكانكم متابعة
    جميع اعمالي على هذه القناة
    جميع المواقع الخاصة بي : Ferhad Merdê :
    ► Facebook: / ferhad.mirde
    ► Instagram: / . .
    ► Spotify :open.spotify.c....
    ► Apple Music : / artist .
    #Ferhad_Merdê #قناة_فرهاد_الشخصية

ความคิดเห็น • 1.6K