Seyid Kadri Haşimi: Dilê Min Ji Rewzeya Husnê Okuyan: Seyid Beşir Doru

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 28 ส.ค. 2024
  • Seyid Kadri Haşimi: Dilê Min Ji Rewzeya Husnê
    Okuyan: Seyid Beşir Doru
    1.
    Dilê min ji revdeya husnê ji binefş û sosin û lalan
    Şefeq dabû li ber bejnê me xemlandin ji bo yaran
    2.
    Me xemlek kir ji gula sor e me bû dil meqdesê tor e
    Belê dil beyta me'mûr e ji rengê şah û dildaran
    3.
    Ji rengê şah çi yaqût im bi can û dil çi zemrûd im
    Bi sîne mescida cûd im ez im mesken ji bo yaran
    4.
    Ez im mesken ji gulzaran ez im şeyda li dildaran
    Bideh şehkas û şehmaran hemî weqt û hemî caran
    5.
    Me sermest ke ji şehkasan ji dîma lu'lu' û elmasan
    Ez im bulbulê perînazan dikim seyran û perwazan
    6.
    Dikim seyran li wê burcê ji sehbaya perê gurcê
    Dema ew tête wê burcê direqsim ez bi erwahan
    7.
    Direqsim ez li ber sazan me sîne mexzena razan
    Were şahêm neke nazan tu dildarê me dilxazan
    8.
    Tu dildarek perî-şeng î te dîm û zulf ji hemî rengî
    Bide min badeya bengî me serxûş ke li nav baxan
    9.
    Li baxîda weku Mem bûm di 'işqîda gula zer bûm
    Bi dil çûn pêhtik û pel bûm ji dîdara perî-nazan
    10.
    Ji dîdara te şîrînê dinalim şubhê goyînê
    Bike rehmê li min Zînê ez im mehbûsê zindanan
    11.
    Di zindana te mehbûs im ji ber hubba te medhûş im
    Neke we'zê ne meyhûş im birîndar im ji ber yaran
    12.
    Te sot mîlaka vî jarî dil û mîlak me kir zar î
    Were şahêm tu dildar î bike rehmê li bê malan
    13.
    Te cerhek kir li dilê 'aşiq tu 'Uzra î ez im Wamiq
    Bi hurmet seyidê sadiq neke perde li ber xalan
    14.
    Tu perdê rake ser xalan dilêm canêm te bir talan
    Weku nayê dikim nalan tû zulfan berde ser xalan
    15.
    Di zulfên reş weku maran digestim wan kerb û xaran
    Dibarin ji dîde wek yaran te ez soht im bi ruxsaran
    16.
    Te meqsed bû ji rûyê sor e te xemr û bêhn ji kafûr e
    Bide min badeya nûr e me serxûş ke li meyxanan
    17.
    Were xan im ji meyxanê te bêhn û bisk ji reyhanê
    Te bir canêm bi talanê neke xedrê sualkaran
    18.
    Tu mehbûbek şefeq-bedr î neke qehrê li Seyîd Qedrî
    Te tîrek da dilê Bedrî te sot mîlak bi yek caran
    19.
    Neke xedrê li derwîşan tu şehbazê kemend-kîşan
    Bi çavên reş te rûh kîşan dil û canê me pur îşan
    20.
    Bike rehmê ji çehvên reş bike lutfê ji dîmê geş
    Ez im serxweş tu yî mîhweş ez im bulbul li gul-nazan
    21.
    Ez im bulbul li gul-xendan me bû mesken li gul-şendan
    Direqsim ez li govendan bi awaz çûm li ber yaran

ความคิดเห็น • 4

  • @leyleaydn8434
    @leyleaydn8434 3 ปีที่แล้ว +1

    "Yaşanmışlık taşıyan bir ses ve yorum."

  • @bahricelik1809
    @bahricelik1809 3 ปีที่แล้ว

    Allah seni kurusun hocam eline sağlık çok güzel olmuş

  • @aliturhan5254
    @aliturhan5254 3 ปีที่แล้ว

    Harika bir ses