Çavê Rûdaw- Şakiro Şahê Dengbêjên Kurd | "چاوی رووداو- شاکرۆ "شای دەنگبێژانی کورد
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 8 ก.พ. 2025
- لە شاری ئیزمیری تورکیا، کە زیاتر لە ملیۆنێک کوردی لێدەژین. دەنگبێژی بەناوبانگی کورد و باکووری کوردستان 10 ساڵی کۆتایی تەمەنی لەم شارە ژیاوە، هەر لەوێش کۆچی دوایی کردووە. شاکرۆ بە شای دەنگبێژان ناسراوە، ئەو کاتەی لە ژیاندابووەو دوای مردنیشی کاریگەری زۆری لەسەر دەنگبێژیی هەیە. دەنگ و سەدای شاکرۆ لە هەرچوار پارچەی کوردستان و بگرە لە جیها یش بڵاوبووەتەوە.
26 ساڵ بەسەر مردنی شاکرۆدا تێپەڕیوە، بەڵام تاوەکو ئێستا یادەوەرییەکانی لەلایەن خزم و کەس و قوتابییەکانی ماوە، لەم فیچەرەدا باسی دەنگبێژ شاکرۆ دەکەین.
Niha em ê berê xwe bidin bajarê Îzmîrê li Tirkiyê. Ji milyonekî zêdetir Kurd li wî bajarî dijîn. Dengbêjê kurd û Bakurê Kurdistanê yê navdar 10 salên dawî yên temenê xwe li vî bajarî jiya û her li wir jî xatirê xwe ji jiyanê xwe.
Dema hîna sax bû, Şakiro wek Şahê Dengbêjan dihat naskirin. Lê Şakiro piştî mirina xwe jî bandoreke pir mezin li ser hunera dengbêjiyê pêk tîne. Deng û hunera Şakiro li her çar parçeyên Kurdistanê, çi bigire li seranserê cîhanê jî belav bûye.
26 sal di ser mirina Şakiro re derbas bûne. Lê heta niha bîranînên wî li ba xizm, kes û şagirtên wî mane. Di vê fîçerê de, em ê behsa dengbêj Şakiro bikin.