Cîhan Narîcîcan - Şîna dilê birîn

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 26 พ.ย. 2024
  • Şîna Dilê Birîn
    Deng û Helbest: Cîhan Narîcîcan
    Şîna dilê birîn
    ez ku îro şîna dilê xwe dikim
    ez ku di bin siya êvarê de
    di bin ewrên reş û zext da
    şînekê şîna dilzîzî ye dikim
    wê bibêjin ew gunehkar e dev ji wî berdin
    erê erê ezbenî ez gunehkarim
    gunehkarekî bê namus û bê şeref
    di navbera erd û ezman de mam
    min bi herdû çavên xwe dîtin
    yek binax dikirin ez binax dikirim
    laşê min bi lihêfa bêkesekî pêçîyabûn
    termê min li ser milê laşfiroşan bû
    li ser termê min dîn digirî yan
    bi navê evînê sond dixwim
    min û wî me li çavên hevdû mêze dikir
    ez nizanim kîjan ez bûm
    term û giyan ji hev veqetiyan
    giyanê min şîna termê min dikir
    ez ji jîyanê ji evînê hatim qewirandin
    û gora min,gora min xwalî diwelidand
    giyanê min hewl da xwe
    geriya û her geriya di nav miriyan de
    ên sax jî ji xwe re cîh girtî bûn
    û axa sar meletî ji min dikir
    li ser keviran yên ku min dikuştin
    di bin daran de Ye'cûc, me'cûc dikeniyan
    agirê birûskan destên min diqerisandin
    pelên berfê laşê min dişewitandin
    Heyvê êdî rûyê xwe bi min xweş nedikir
    sterk ji min xeyidî bûn nedibiriqîn
    êşa Îsa di canê min de zindî dibû
    marên Medusayê zimanê min dixwarin
    erê erê !
    ez ku bi sedsalan dihatim kuştin
    wekî prometheus wekî qewmê pezkovî
    ez ku di nav şeran de hatî bûm kuştin
    û ez êdî hew ez bûm ...

ความคิดเห็น • 16