HELBEST, Xizan Şîlan. KEMANA DIL, Xwendin, Dilbirîn Jêhat.
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 8 ก.ย. 2020
- KEMANA DIL
ey kemana dilê melûl
bi awaza têlên te yên zîz
çiya û zozan bi gulên serkeftinê dixemilin
miriyên goristanan di xewa aramiyê de vedihesin
pêlên çeman bi xume xum zelal diherikin
heyv di şadiya xwe de dibiriqe
îskeîska giriyê zarokên bêxwedî aşt dibe
bi awaza têlên te yên zîz
keç û xortên delal govenda şervanên wêrek digerînin
dengbêj di stranên bi şewat de sermest dibin
ramûsanên eşqê ji xunava lêvên evîndaran dibarin
peşkên baranê li çolistanên ziwa dibin bextewarî
bi awaza têlên te yên zîz
perdeya bêdengiya şevên reştarî vediçire
giyanê xwedawendên pîroz deng vedidin
çûkên berbangê ber bi azadiyê ve difirin
ferişteyên baxçeya bihuştê meya kêfxweşiyê dinoşin
bi awaza têlên te yên zîz
çar demsal dibin bihara rengîn
ji dara jînê hêviyên kesk dipişkivin
bûkên serbixêlî kezîyên xwe bi morîyên nezerê dineqişînin
agirê tendûra dayikên bermalî geş dibe
cemeda hinavên belengezan dihele
bi awaza têlên te yên zîz
rûyê zarokên kenxweş dibişirin
hungira êvarê şîrê hesretê di paşila xwe de dimeyîne
germiya awaza te birînên sînga min dikewine
dayika welatê rojê dergûşa şaristaniyê
di malzaroka xwe de dihewîne
bi awaza têlên te yên zîz
hespê xeyalên min çargavkî ber bi armacê ve bazdide
dîroka jankêş ji nav lepên talana zaliman difilite
mij û toza ser laşê çaxên genî bi bayê hezkirinê berba dibin
Xizan Șîlan 2020-01-04 Stockholm
#helbest #helbestvan #helbestenkurdi #dilbirinjehat
Ağzına sağlık çok güzel başarılar
spasiya te dikim, tû her hebî. 🍀🌹🌻
Çok güzel
🍀❤🌻💚🌹💛
AĞZINA SAĞLIK👍✌
spasiya te dikim tû her hebî. 🍀🌹🌻
Bangin çoruh
Ağzına sağlık bra ..
spasiya te dikim, 🍀🌹🌻
👏👏👏👏
🍀🌹🌻
Dilê te sax be mamoste 🌹
spasiya te dikim hêja, ji bu wan hestên xweş. tû her hebî. 🙏🍀🌹🌻💚❤💛
Ağzına yüreğine sağlık güzel abim çok güzel binbir duygu içeren bı şiir ve anlatım sen var ol abim seviyorum seni 😘😘😘😘😊🖐️
spasiya te dikim xweşikê hêja, tû her hebî çavê min. 🍀❤🌻💚🌹💛
😘🥰🥰😘🍀❤🌻💚🌹💛
Her biji
spas tû her hebî 🍀🌹🌻
😙😙😙 ⭕💣💣
😚😚 😌😌😌
😸😸😪
💨 😼😃
💓 🙍 🆒
🆗🆗 🙍 💝
🙎🙎🙎 😄😄
🇮😺😺😺😼😼😼
💬💭💭 😵
😙😙🆓🆓🆓
➰➰ 😊😊➖