Rênas Jîyan // min ji te hez kir..

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 29 ส.ค. 2024
  • Min ji te hez kir
    ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,
    ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,
    ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,
    min bi xwe û xwedê re şêrr kir min xwedê bêminnet kir
    min ji te hez kir
    ez bûm yekî kafìr...
    /
    Min ji te hez kir
    mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
    û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
    ji bîr kir,
    min dilê xwe li mirinê rehet kir,
    min çê, xweş kir
    min ji te hez kir
    ez bûm yekî nemir...
    /
    Min ji te hez kir
    fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû
    messî çend gol avêtibû?
    barcelona dîsa şanpîyon bû
    îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû
    "dîbê" li zadan xistibû giş hişk kiribû
    min ji te hez kir
    êdî min hew tiştek meraq kir...
    /
    Min ji te hez kir
    çima hinekan ji bo melê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?
    çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir
    çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt
    qirr dikir?
    çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir ?
    ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?
    Min ji te hez kir
    êdî min hew ji tiştekî fam kir...
    /
    Min ji te hez kir
    min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir
    min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir
    min pê li ciyê herî şil kir
    min dilê xwe "bivvve" kir
    ez bûm kawikek û min ji her derewe bawer kir
    min ûcaxê xwe kor kir,
    deriyê mala xwe mohr kir
    min ji te hez kir
    min ruhê xwe talan kir...
    /
    Min ji te hez kir
    min karê xwe yê berê wenda kir
    min wek karekî nû dest bi te kir
    min bêrîka xwe birîn kir
    min mirina xwe har û dîn kir
    min xwedayê xwe kedî kir
    min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir
    min xwe ji jîyanê bi şîr vekir
    min ji te hezkir
    min xela li emrê xwe rakir...
    /
    Min ji te hez kir
    çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir min li hemberî bedewiya baranan serî rakir
    min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir
    min kenekî nû ji xwe re kirê kir
    min xwe di nav xelkê de nav-no kir
    min li benda te xwe spî kir,
    şîva xwe sar kir,
    xwîna xwe zilindar kir,
    min ji acîzi çîrçîrî kir,
    xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir
    min ji te hez kir
    min mala xwe xera kir.
    Rênas Jiyan ji pirtûka - dîn û şîn.
    tu her hebî - nivîskarê aşq û êş ê.

ความคิดเห็น • 1