Baydemir-Barzani görüşmesi sonrasında basın açıklaması

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 16 พ.ย. 2013
  • Görüşmenin ardından basına ortak açıklama yapıldı. Açıklamada Baydemir, "Kuzey Kürdistan'a Hoş geldiniz. Bugün Güney'den Kürdistan Bölgesi Başkanı Mesud Barzanî, kendi evinde, Amed'te bulunmaktadır. Sayın Başkan, siz karşılamaktan çok mesuduz" dedi. Baydemir, "21. Yüzyıl emek ve birlikte çalışmayla mazlum halkların yüzyılı olacaktır" dedi.
    Kürdistan Bölgesel Yönetimi Başkanı Mesud Barzanî de kendilerini ağırlayan Baydemir'e teşekkür ederek, "Amade geliş nedenimiz, barış ve kardeşlik mesajının taşıyıcıları olmaktır" dedi. Barzani, "Barış sürecine destek için geldik. Kürdistan halkının selamlarını tüm Türkiye halklarına getirdik, özelikle Hewlêr halkının selamlarını Amede getirdik. Biz Kürdistan halkı barışsever bir halkız ve barış elimizi Türk, Arap ve Fars halkına uzatıyoruz" diye konuştu. Barzani, "Sayın Başbakan Tayip Erdoğan ve sayın kardeşim Abdullah Öcalan'ın başlattığı bu barış adımını çok önemsiyoruz. Ve tüm gücümüzle bu sürecin arkasındayız. Tüm Kürdistan halkının sabırlı olmasını istiyoruz. Çünkü barış süreci çok uzun ve çetrefillidir. Özelikle bunu söylemeliyim ki, Kürtlerin birliği her şeyden daha önemlidir. Kürtler birlik olursa, hem kendilerine hem de kardeş halklara çok yararlı olabilirler. Dün Amed'ye yeni bir tarihi süreç başlamıştır. Barış, uğruna bunca yıl bedel verdiğimiz hedeflerimize bize götürecek en kısa yoldur. Amed benim için kutsal bir yerdir. İlk kez Amed kentinin içinde dolaşma fırsatı buldum ve çok sevdim" şeklinde konuştu.
    Ayrıntı ve fotoğraflar:
    www.diyarbakir.bel.tr/newsdeta...
    Kûrdi:
    Di hevdîtina Baydemîr-Barzanî de ser yekitiyê axivîn
    Piştî hevdîtinê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Di daxuyaniyê de Baydemîr bixêrhatina Barzanî kir û got, "Hûn serçavan hatine bakurê Kurdistanê. Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê hatiye mala xwe, Amed mala we ye. Birêz Barzanî, em bi pêşwazîkirina we gelekî bextewer in." Her weha Baydemîr got, "Sedsala 21ê bi xebat û tifaqê dê bibe sedsala gelên bindest û mezlûm."
    Baydemîr bang li gelê tirk, ereb û faris kir û weha axivî, "Yekitiya kurdan dostaniya wan e. Bila ji yekitiya em netirsin, berevajî yekitiya me dê bi xwe re azadî, aştî û demokrasiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bîne." Baydemîr, bal kişand ser girîngiyê hevdîtinê û got, "Îro rojeke dîrokî ye" û axaftina xwe weha domand, "Min li hundir bi cenabê serok re jî parve kir. Amed mala cenabê serok e. Her weha Qamişlo jî, Hewlêr jî, Mahabad jî mala hemû kurdan in. Ev serdan dê bibe bingeha yekitiya kurdan. Ez hêvîdar im ku gelê kurd demeke herî nêz bi rêka aştiyê azadî, demokrasî û aşiyê bi dest bixe."
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji ber pêşwazîkirina wî spasiyên xwe li Baydemîr kirin û got, "Em weke hilgirê peyama aştî û birayetiyê hatine Amedê." Barzanî bal kişand ser pêvajoya aştiyê û got, "Em ji bo aştiyê hatine. Me silavên gelê Kurdistanê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê anîne, bi taybetî jî me silavên gelê Hewlêrê ji bo gelê Amedê anîne. Em gelê Kurdistanê gelekî aştîxwaz in û destê aştiyê dirêjî tirk, fars û ereban dikin." Barzanî rola Ocalan a di pêvajoyê de bi bîr xist û got, "Ez vê pêvajoya ku Birêz Serokwezîr Erdogan û birayê min birêz Ocalan daye destpêkirin pir girîng dibînim. Û bi hemû şiyana xwe ez li pişt vê pêvajoyê me. Bila gelê Kurdistanê bêhfireh be, çimkî aştî rêkeke dûr û dirêj û gelekî hêsan nîne." Her weha Mesûd Barzanî girîngiya yekitiya navbera kurdan tekez kir û got, "Hemû xebata me ji bo yekgirtina kurdan e. Heke kurd bibin yek, dê mifayê wê bo gelê dîtir jî hebe. Duh li Amedê pêvajoyeke nû ya dîrokî dest pê kiriye. Aştî, rêka herî nêzik e ku me bigihîne wan armancên ku me li ber wan qurbanî dane û zehmetî kişandine. Amed, ji bo cihekî pîroz e. Ez cara yekê li nav bajêr geriyam û min pir jê hez kir."
    Kîtekît û wêne:
    www.diyarbakir.bel.tr/newsdeta...

ความคิดเห็น •