Bêjer Xwendin : Almasta Rostem -Helbest: Fêrikê Ûsiv Pampa min Gundê Pampê..Navê Pampê Sîpane..

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 28 ส.ค. 2024
  • Helbestên kurmancî helbestên cur be cur helbestvana dixwîne ..Kanalekî ji hestên helbestvana dagirtîye.
    Pampa Min
    Pampa mine baş, Pampa min kubar
    Wê pal vedaye wan quntarê sar,
    Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
    Dorê çîyayêd me girtine govend...
    Çiyayêd me bilind, çîyayêd me kubar
    Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,
    Şimalê mij tê mîna karvana
    Ser çiyayê me ra diçe arana.
    Êvarê bi hewas mij guje-guje,
    Û nav mijêda Pamp dihênije...
    Pampa mine sar-gulistan Şîraz,
    Min jê baq kirin gulêd xweye xas...
    Ax, çiqa dixwast min hezar guman,
    Ku wextê mirin min bibe mêvan,
    Cimeta min meytêm şahîrî
    Çal bike serê çiyayê Dibûrî...
    Ku mija Pampê mîna karavana
    Bê û ser min ra here arana-
    Bîna gulê min, huba dilê min,
    Huba dilê min, derd û kulê min
    Bibe arana,
    Bibe arana,
    Bibe arana,
    Qurn û dewrana...
    - Fêrîkê Ûsiv

ความคิดเห็น •