Salvegera 15'emîd ya Hunermendê nemin #Aram_Dîkran Aram Dîkran Aram Dîkran, navê wî yê rastî Aram Melîkyan e, hunermendekî Ermenî bû ku bi kurdî û ermenî distira. Ew di sala 1934an de li Qamişlo, ji dayik bû ye û di sala 2009an de li Atîna, Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: "Tenê deng û huner dimînin û namirin". Ji kevin de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşiya mamoste Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê hezkirin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî eşiq û evîna wî nebihîstibe, tune ye. Her wiha mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ye. Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, hêza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîdiya û lehengiya ciwanên kurd di stranên xwe de dihune. "Stranên Hey lo lo delal", "Şev çû", "Çiyayê Gabarê", "Zîlan", "Diçim-diçim", "Bi hesreta Êrîvanê", "Çil-çil kezî",û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin. Di sala 1980an de, Aram Dîkran ji Sûrî re koçî Yewnanistan kir û li wir jiyana xwe ya hunerî berdewam kir. Ew di sala 2009an de jiyana xwe ji dest da, lê muzîk û stranên wî hîn jî di dil û bîrên gelê kurd de dimîne. Muzîka Aram Dîkran dê bimîne dengek ku ruh û daxwazên netewa Kurd radigihîne, û mînakek zindî ya hunerî ji bo diyarkirina nasname û berxwedanê. Win dikarin bi kalîteya herî baş tameşe bikin : th-cam.com/video/U_gjFrQf6ec/w-d-xo.html #Tev_çand_rojava #Tevgera_çand_û_hunera_demukratîk_a_Mazopotamiya #Hunermend_Aram_Dîkran
Mamoste hejan û mezîn ❤️👑💚
😍😍😍👏🏻
😢❤
👏👏
Sed rehme li gora te be 💔
💔💔
Serkeftin be Ciwan ,,❤❤
Salvegera 15'emîd ya Hunermendê nemin #Aram_Dîkran
Aram Dîkran
Aram Dîkran, navê wî yê rastî Aram Melîkyan e, hunermendekî Ermenî bû ku bi kurdî û ermenî distira. Ew di sala 1934an de li Qamişlo, ji dayik bû ye û di sala 2009an de li Atîna, Yewnanistanê jiyana xwe ji dest da. Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: "Tenê deng û huner dimînin û namirin".
Ji kevin de ye ku nermiya dengê tijî his û xweşiya mamoste Aramê Dîkran di nava civata Kurdan de tê hezkirin. Li Kurdistanê kesê ku dengê tijî eşiq û evîna wî nebihîstibe, tune ye.
Her wiha mirov dikare bêje ku naveroka stranên hunermend Aramê Dîkran pênaseya hunermendî, kesayetî û dilpakiya wî ye.
Bedewiya erdnigariya Kurdistanê, dewlemendiya ziman, stran û bi giştî kultura Kurdan, hêza ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê, evîna ji bo Gerîla û şervanên riya bi şan û şerefa azadiyê, evîna ji bo mirovantiyê, canfîdayiya egîdiya û lehengiya ciwanên kurd di stranên xwe de dihune.
"Stranên Hey lo lo delal", "Şev çû", "Çiyayê Gabarê", "Zîlan", "Diçim-diçim", "Bi hesreta Êrîvanê", "Çil-çil kezî",û bi dehan stranên din bi riya Aram Dîkran ketin ser zimanê gel û ji Kurdan re bûn samanek netewî ku di nava rûpelên dîroka hunerê de nayên wenda kirin.
Di sala 1980an de, Aram Dîkran ji Sûrî re koçî Yewnanistan kir û li wir jiyana xwe ya hunerî berdewam kir. Ew di sala 2009an de jiyana xwe ji dest da, lê muzîk û stranên wî hîn jî di dil û bîrên gelê kurd de dimîne.
Muzîka Aram Dîkran dê bimîne dengek ku ruh û daxwazên netewa Kurd radigihîne, û mînakek zindî ya hunerî ji bo diyarkirina nasname û berxwedanê.
Win dikarin bi kalîteya herî baş tameşe bikin :
th-cam.com/video/U_gjFrQf6ec/w-d-xo.html
#Tev_çand_rojava
#Tevgera_çand_û_hunera_demukratîk_a_Mazopotamiya
#Hunermend_Aram_Dîkran
🤍🫂