Di baxan de berim sorgul Wekî bilbil dikim meyilê Sehergahan dinalim ez Eman leylê, eman leylê Tu Leyla ez wekî Mecnûn Stem pir kir li min gerdûn Çem ê dila Dicla û Ceyhûn Felek heylê felek heylê Tu şêrîn î, şeker ramîs Bi ken her dem, dikî payîz Tu Şêrîn î li cem Parvîz Me dil Ferhad sed keylê Bi nişanî bi şêran î Welatê rind û xopan î Li te pîroz e şahan î Bi bejin û kês im û şeylê Li sere textê evîndaran Nesîhaya ji dildara Dil birîn bû ji dîndara Te pirsek lê nekir qey lê Cegerxwîn
Di baxan de berim sorgul
Wekî bilbil dikim meyilê
Sehergahan dinalim ez
Eman leylê, eman leylê
Tu Leyla ez wekî Mecnûn
Stem pir kir li min gerdûn
Çem ê dila Dicla û Ceyhûn
Felek heylê felek heylê
Tu şêrîn î, şeker ramîs
Bi ken her dem, dikî payîz
Tu Şêrîn î li cem Parvîz
Me dil Ferhad sed keylê
Bi nişanî bi şêran î
Welatê rind û xopan î
Li te pîroz e şahan î
Bi bejin û kês im û şeylê
Li sere textê evîndaran
Nesîhaya ji dildara
Dil birîn bû ji dîndara
Te pirsek lê nekir qey lê
Cegerxwîn
dang xus✌✌✌
Aman leyle felek leyle