Helbest û Xwendin, Dilbirîn Jêhat, LAWİKO
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 3 ต.ค. 2024
- LAWİKO
Her kû dest didim pênûsê kû
helbestekê binivîsim,
rûyê te yê xweşik û bi ken tê ber çavên min.
Wê çaxê hestên min têk diçin
û zimanê min lal dibe.
peyv û hevok di qirika min de asê dibin.
hewl didim binivîsim,
dest û tilîyên min dilerizin
û nikarim binivîsim.
Te dayîk û bav belengaz kirin,
xwîşk û bira bê per kirin
û xistin li ber duwara.
Hêj zû bû ne wextê çûyînê bû
Tu çima ew qas emir kurt bûy lawiko.
Bi çûyîna te dil birîndare.
Ne wextê çûyînê bû şaban û.
Ma te ne zanî çend heskirîyên te hebûn.
Te tev li pey xwe hiştin
û te xatir ne xwest û tu çûy.
Çûyîna te pir bi jan û bi êş bû lawiko.
Tû hîn temen birçî bûy.
Te dilê me parî parî kir.
Axxxx dilo birîndaro
Bi çi mirinan ew qas pê ne êşiyam.
Wexta te ji min re di got xalo
Şekir ji devê te dibarî.
Ji tere di bêjim lawiko
Oxir be ji tere oxir be.
Dilbirîn Jêhat
11,13,2022
#helbest #helbestvan #helbestenkurdi #dilbirinjehat
Yüreğine sağlık 🙏♥️ Allah rahmet eylesin mekanı cennet olsun inşallah güzel yeğenim
amîn înşellah, spas dikim tû her hebî çavê min.♥️🌹
Dengê te saxbi xalo ❤️🌹
sax bî cergo, tû her hebî çavê min.♥️🌹
Ağzına, yüreğine sağlık abi 🙏😔
sax bî, tû her hebî. ♥️🌹
Sihet xweş
spas dikim ezbenî, tû her hebî çavê min.♥️🌹
Deng u dilé te sax be
spas dikim cergo, tû her hebî çavê min.♥️♥️
😭😭😭😭😭
♥️🌹
😞😞😞Rehme xwedê li ser te be pîsmam
Amîn înşellah ♥️🌹