Mutî, Kevana Reş, Helbestek li ser Bafê

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 28 ส.ค. 2024
  • Kevana Reş
    Cîwarê şêran ji şiharan
    Şiharê şehrê dilbiharan
    Li deşta te radikim şêvîna
    Li qelaçên te didim guharan
    Xewn û xeyalên li mexel
    Şkêra bê lom û zexel
    Kevana Reş, Kevana Reş
    Şevîn bi vîn, hêdî bimeş
    Şitleyek dara miradan
    Hêviyê zaroktayiyê badan
    Ber girt, ber da ji şad û derda
    Evîna ku cokê te avdan
    Di zeviya xewnên li paş mayî
    Bê merdan û nekolayî
    Kevana Reş, Kevana Reş
    Bihej biweş, hêdî bimeş
    Hevsarê demê bigrime destan
    Çerxdim, bitewlînim li bestan
    Li sorgeh û skakên bi toz
    Bicivînim li xwe kevnehestan
    Ji nav tert û tepikên te rakim
    Jê bîna gul û nêrgizan dakim
    Kevana Reş, Kevana Reş
    Bi bîna xweş, hêdî bimeş
    Mêvanim her şev li wî warî
    Di şevbirkên li qunşiharî
    Di dîlana stêrên reqas de
    Her xewnek bi sed biharî
    Bablîsoka li kadîna kayê
    Kullan melhêbdidim ber bayê
    Kevana Reş, Kevana Reş
    Bin hîva geş, hêdî bimeş
    Ji ew çaxên me ji te barkir
    Himêza makê li xwe sarkir
    Di her kavil û xirbehek te de
    Kelhek ji kovanan rakir
    Qalik dûr ji mezkenê bavê
    Giyan her li Şiharê Bafê
    Kevana Reş, Kevana Reş
    Bêheş û reş, hêdî bimeş
    Mutî
    Stockstadt am Rhein, 15.02.2014

ความคิดเห็น • 14

  • @hamzadansman4744
    @hamzadansman4744 6 ปีที่แล้ว +5

    Gund û deng e te xweş e.seat xweş.

  • @muhabbetsonmez8705
    @muhabbetsonmez8705 6 ปีที่แล้ว +7

    Behna gund mîn barî😟 Dest xweş mam 😍

  • @kadrisonmez6329
    @kadrisonmez6329 5 ปีที่แล้ว +5

    Sıhhetxweş be...Yê ku nabê mêhvan jî, te wilokir ku her şev li wî warî bibê mêhvan...Serkeftin...

  •  3 ปีที่แล้ว +3

    Hê jî guhdsr dikim jê têr nabim 😍

  • @hakkefeturk1919
    @hakkefeturk1919 3 ปีที่แล้ว +3

    Dengu dilête saxbi hevale heja xebateke hejaye👏👏👏👏

  • @civanoger7764
    @civanoger7764 6 ปีที่แล้ว +5

    Haval muti gerçekten çok güzel bir siir ve video yapmış sin sana başarılar devamın dilerim

  • @qxww
    @qxww 3 ปีที่แล้ว +3

    Carek din lê rast hatim û min guhdar kir. Xwandin hew xweş dibe, helbest hew xweş hatîye nivîsîn. Cenabê te pîroz dikim kekê ezîz. Hêvî dikim her bafeyîyek bi dilekî rehet û bi hezkirineka xurt hîn nemirî carek be jî wî şiharî tewaf bikê. Serkeftin

  • @muratsonmez361
    @muratsonmez361 3 ปีที่แล้ว +2

    Seêt xweş mamo

  • @Karaaslan1979
    @Karaaslan1979 3 ปีที่แล้ว +2

    Dilê te saxbe Canêmin

  • @Karaaslan1979
    @Karaaslan1979 2 ปีที่แล้ว +1

    Guhdarî, wer delal û Hêja ye

  • @serhatkaya1045
    @serhatkaya1045 5 ปีที่แล้ว +2

    👍

  • @Karaaslan1979
    @Karaaslan1979 4 ปีที่แล้ว +2

    ,👏👏👏✌️

  • @mehmetsirin9549
    @mehmetsirin9549 ปีที่แล้ว

    Hêdi bimeş

  • @mehmetsirin9549
    @mehmetsirin9549 3 ปีที่แล้ว

    😓😓😓