HELBEST, Dilbêzarê Bêkes. DILÊ MIN Xwendin, Dilbirîn Jêhat.

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 29 ธ.ค. 2022
  • Dilbêzarê Bêkes - Dilê Min
    Dilê min Gola Wanê ye
    Qerewilê vê xanê ye
    Dil li nav kul û janê ye
    Tu xerîb î lo dilê min
    Dilê min dilek xerîb e
    Bê miraz û bê nesîb e
    Birîndar e bê tebîb e
    Tu evîndar î dilê min
    Dil dilekî evîndar e
    Lê dil bê dost û bê yar e
    Lewma bin destê neyar e
    Tu qeherkêş î dilê min
    Dil dilekî qeherkêş e
    Her dem nav kulan û êş e
    Dil kul û derdan dikêşe
    Tu delal î lo dilê min
    Dilê min dilek delal e
    Li vê dinê bê heval e
    Ji bê kekesiyê dinale
    Tu reben î lo dilê min
    Dilê min dilek reben e
    Zarok hêj piçûk, gede ne
    Birîndar in cengzede ne
    Tu ne hêja yî dilê min
    Dilê min dilek hêja ye
    Ji van derdan pir pija ye
    Kelijiye tev rijaye
    Tu birîndar î dilê min
    Dilê min dilek birîn e
    Welat ji bo min pir şîrîn e
    Karê min şîn û girîn e
    Tu nezanî lo dilê min
    Dilê min dilek nezane
    Bê guhdariya we`zane
    Mixabin em tev razane
    Tu bê awazî dilê min
    Dil bê awaz û bê qêr e
    We`zan dide lê bê xêr e
    Wan birçiyan nake têr e
    Tu belengaz î dilê min
    Dil dilekî belengaz e
    Beriya min li evraz e
    Dijmin li pê min dibaze
    Tu nazik î lo dilê min
    Dilê min dilek nazike
    Ji min dûr e ne nêzik e
    Nizane zimanê zik e
    Tu rehber î lo dilê min

ความคิดเห็น • 8

  • @Kurdizm_
    @Kurdizm_ ปีที่แล้ว +1

    ❤❤❤

  • @avitxer_oremar
    @avitxer_oremar 6 หลายเดือนก่อน +1

    👏👏👏❤️🥰🥰🥰

  • @Helbestkar.
    @Helbestkar. ปีที่แล้ว +1

    Dengê te sax be mamoste

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว +1

      spas dikim, tû her hebî çavê min 🌹♥️

    • @Helbestkar.
      @Helbestkar. ปีที่แล้ว

      @@dilbirinjehat 🌹🥀🌹

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  ปีที่แล้ว +1

      @@Helbestkar. ♥️🌹💚🍀