1958-2020 xeyatê şel û şapikan. 1958-2020 traditional dress tailor

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 5 ก.พ. 2025
  • Xoceyê Hecî Silêman di sala 1943'an de li navçeya Goyan hatiye dinê. Li navçeya Botanê de xeyatê şel û şapikan ê herê kevin tenê ew mabû. Ji 1958’an ve yanî 62 salan bê rawestan, dirûna cilûbergên Kurdî kir Di karê xwe de wisa serkeftî bûbû navê wî li Başûrî welêt jî deng veda bû. Xoce, di heman demê de dengbêj û qesîdebêjê di navçeya Goyanê de
    kesayetek herê bi nav û deng bû. Di jiyana wî de, teybetmendiyeke din jî ê wî hebû, kesî ew î rojekî bi cakêt û pantolon nedît. Cilûbergê wî her tim bi kûm û kefî û şel û şapik yan bi tirgal û xakî bû. Bi malbarkirina wî re cihê xem û daxê ye, çerxa mekîneya şel û şapikan li Navçeya Geliyê Goyan rawesta. Kesek şûna wî nema ew kar berdewam bike.
    Xoceyê Hecî Silêman, 18.11. sala 2020'an ji egera nexweşiya dil kiras hat guhertin, ber bi riya nevegerê ve xatir xwest. Hêviya welatiyên Goyîyan ew e, cilûbergên hatîne qetandin ser mekîneya mamê Xoce li erdê nemîne

ความคิดเห็น • 11