AYDİN - Têkoşîna Gerîla (Stran Jiyane IV) 2021
ฝัง
- เผยแพร่เมื่อ 17 ก.ย. 2024
- AYDİN
Berhem: Wa Şehîd (Stran Jiyane IV) 2021
TÊKOŞÎNA GERÎLA
Bi şêranî 'bi lehengî
Berî dan dujmin ²{neyar} bi cengî
Têkoşîna gerîla
Tim'li dujmin ²{neyar} kir pêsîrtengî
Hêêêy
DÎSDOR
Dujmin ²{neyar} çiqa zirt avêtin
Tilpekî bûn li erdê ketin
Rev pê ketin teeew/
Rev pê ketin teeew TEW
Bi Şêlên sisto pisto
Di nav lingde leşkerên Misto
'Bi' şêlûpêlên sisto pisto
Di nav lingde leşkerên Misto
Yekdilî 'bi yekramanî
'Bi' mitaleyên Kurdistanî
Têkoşîna gerîla
'Bi' her bûyerek ²{kiryarek} xofek danî
Hêêêy
Çi'li bajar çi li gundan
Deşt û çiyan çi li zîndan
Têkoşîna gerîla
Navê jiyanê ²{jînê} kir berxwedan
Hêêêy
Rojava li rojhilat
Bakur başûr'li axa welat
Têkoşîna gerîla
Ji yekîtiyêre ²{biratiyêre} bû xelat
Hêêêy
Gotin û Awaz: Hozan Aydin
Berlin, TEBAX 2020
Pêşgotin:
Gelî guhdarên ezîz, dîsa bi berhemeke ji stranên xwe ku bi babetên curbecur ez hestên xwe bi we re parve dikim.
Wek tê zanîn ji ber şewba koronayê ev demeke dirêj e, ku mixabin li tevahiya cîhanê jiyan di bin bandoreke nerênî de û di xeteriyeke gelek mezin de didome. Ez jî wek alemê di mala xwe de mam, lê min ev nerêniya bi hestên hunerî dagerand erêniyê, spas ji xweda re!Min sê berhem amade kirin ku bi niyeta di sala 2021an de her sê berheman bigihînim we guhdar û hunerhezên hêja. Wek herdem bi hêviya ku hûn ê dîsa bi awayekî para dilê xwe jê werbigirin. Guhdarî xweş...
Spasî:
Di serî de spasiya herî mezin ji bo hevjîna min Samiye, ku di vê rê de tu caran ez bi tenê nehiştim, herdem bûye arîşena dilê min û her hêz daye hestên min. Di wêneyên vê berhemê de jî dîsa li pey min westiya û wek gelek caran keda wê gelek e.
Sponsor
Gelek spas ji bo hunerhez, hunerparêz û welatparêzên Kurd Nihat Yıldırım û Zeynel Çakar, ku dîsa ji bo vê berhemê jî bûn piştgir. Ez çavên wan û dilên wan xortên delal maç dikim.
Deutsch-Kurdisches KulturInstitut
Wek weqfeke çandî ku bi taybetî li Ewropayê, ji bona ku mafê huner û hunermendên Kurd biparêze hatiye damezirandin; hem parastina mafê min, hem bi parastina her awayî mafê vê berhemê û hem jî belavkirina vê berhemê hilgirt ser xwe. Spas ji bo vê saziya me ya nirxdar!
Verastker û rêveberê vê berhemê Mizgîn Ayaz, xweyî kedeke mezin e bêguman, mixabin me bi zindî hîna hev nedîtiye, lê bi riya telefon û video gelek têkeliyên me çêbûn; muzîkjenekî baş û kêrhatî ye. Mirovek xweşsuhbet û devbiken e; xwedê kenan tu carî ji rûçikên wî kêm neke înşallah!
Muzikjen:
Derhênerê muzîkê: Mizgîn Ayaz
Rîtm composer, Klavye, Tembûr, Şelpe, Sazbuş, Ribab, Lafta, Cumbuş: Mizgîn Ayaz
Bas gîtar: Deniz İnal
Klasîk gîtar: ilkan Pala
Elektro gîtar: ilkan Pala
Gîtara bê perde: Şervan Ayaz
Ebow: Şervan Ayaz
Bilûr: Serkan Yıldırım
Ney: Serkan Yıldırım
Mey: Zübeyit Çelebi
Zirna: Serkan Yıldırım, Zübeyit Çelebi
Klarnet: Onur Nazım Engin
Keman: Şervan Ayaz
Tambur: Şervan Ayaz
Vokal: Ciwan Ayaz, Mizgîn Ayaz, Meryem Demirtaş Ayaz, Elif Algül
STUDYO
Studyo: Studio Rast, Studio Çatı
Tonmaister: Taner Ersoy, Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz
Mix Mastering: Mizgîn Ayaz, Şervan Ayaz
Studyoya tomara deng: HA-SJS
(Hozan Aydin-Stran Jiyane Studyo)
[© 2021 Hozan AYDİN]
Bibin endamê qenala me klîbên nû temaşê bikin...
Daha fazlası için kanalımıza abone olun...
bit.ly/2LDeWCA
Bê destûr kopî kirin qedexe ye, hemû mafên vîdeo tê parastin...
All rights reserved, copying without permission is prohibited...
Lütfen videoları indirip kendi kanalınıza yüklemeyiniz !
TH-cam tarafından telif hakları nedeniyle kaldırılacaktır.
Her hakkı saklıdır, izinsiz kopyalamak yasaktır.
[© 2021 Hozan AYDİN]
Navnîşanên Hozan AYDİN a Sosyal Medya yê,
Hozan AYDIN Sosyal Medya Adresleri,
Hozan AYDIN Social Media Addresses:
Instagram: bit.ly/39EmyzG
Facebook: bit.ly/2P8ZcsG
Twitter: bit.ly/2Pbaxsm
Spotify: spoti.fi/33LUEOm
Zimanê Kurdî rûmeta me ye, Kurdî biaxfin, Kurdî binivîsînin, Kurdî bixwînin û Kurdî guhdar bikin...
#HozanAydin #TêkoşînaGerîla #StranJiyane
Van hêjayan hestên xwe tev li vê berhemê kirin, hest û destên wan xweş, gelek spas!
Wênekêşî
Bi piranî wêneyên vê berhemê Türker û Ramî kişandin; dest xweş û spas ji bo herdu xortan, ez çavên wan maç dikim. Wêneyê bergê Osman (Foto Digital) kişand; dest xweş û zor spas. Dîsa pir spas ji bo stranbêjê dengxweş û dilpak Fatih Demirbağ ku ji bo wênekêşiyê bû sponsor.
Grafîk:
Hozan Aydin û Fundesign. Spas ji bo Fundesign û dest xweş!
REDAKTION:
Ciwan Tengezar. Zor spas ji bo keda Ciwan, ku di sererastkirina nivîsar ê de bû alîkar. Dest xweş!
Gelek spas ji bo hemî kesan. Her kî ku keda wî/wê di vê xebatê de heye spas ji bo tevan.
Hozan Aydin
Web: / hozanaydin
/ hozanaydin
/ hozanaydinofficial
/ stranjiyane
E-Mail: stranjiyane@gmail.com
Girê Dersilê - Gerîla
Gerîla wek pileng û şêr e
Keçik û kur û jin û mêr e
Ceng xweş kir li welatê jêr e
Tim li zinar û hîm û ferşan
Gerîla merd û cengawer e
Qehreman û egît û dîlawer e
Gernasê kurd û bîrawer e
Herî bi nav û deng û nîşan
Gerîla şervan û serbaz e
Ji bo rizgarî bi daxwaze
Li diyar û li gir û gaz e
Bêtirs dike vîlik û pîşan
Gerîla bo welat çekdar e
Tirs û xofa dilê neyar e
şoreşger û tim dost û yar e
Bo bindest reben û perîşan
Gerîla radibin dilivin
Tev li qada cengê dicivin
Ziman xweş in tev peyv hingiv in
Bo kal û pîr û hûr û gişan
Gerîla mafê kurd dipirse
Bo xwînxwaran bi gir û hêrs e
Dilê dijmin de xof û tirs e
Bo gemar û welatfiroşan
Gerîla tim dostê bindestan
Ji bo azadiya Kurdistan
Ew xwedî nav û şan û destan
Ew bi şer û ceng û êrîşan
Gerîla li çiyan şer dike
Tim dilê neyaran reş dike
Bi çalakiyan şiyar dike
Temar û xewar û xilmaşam
Gerîla li taxa jêr û jor
Bo welat dirjîne xwîna sor
Ew hekîm û bijijk û pispor
Derman dike birîn û êşan
Herîla bi şewla roj û hîv
çek û rextên wan ji zêr û zîv
Gundî tim ji wan re dikin şîv
Hogeç û beran û gamêşan
Gerîla li kort û newalê
Bo gula nav xweş û delalê
Li dij began dibe hevalê
Cenan û avdêr û qeraşan
Gerîla jîr û xurt û zane
Hem şoreşger hem partîzan e
Welat bihaye ne erzan e
Ji bo welatparêz û başan
Gerîla kulîlkan geş dike
Bi bîna wan welat xweş dike
Bi şer kedxwaran nexweş dike
Li nav zevî bênder û aşan
Gerîla bi komel û rêzan
Timbi ceng û êrîş û hêzan
Bi hezkirin û bi hemêzan
Ew hêviya rind û çavreşan
Gerîla bi şop û bi rêç in
Li dû wan jin û zar û zêç in
Di şer de birînan dipêçin
Bi nêrebend û bi debîşan
Gerîla li bajar û gund in
Ji bo bindestan baş û rind in
Li dinê tim î serbilind in
Kelemên gilîkar û cehşan
Gerîla li ser gir û qot in
Bi şer dilê dijmin disotin
Ew çi bikin? welat firotin
Parsek û berazê bexşîşan
Gerîla wek tîrêj û tav e
Dijmin ji ber bi bez û rev e
Mêtinger ji tirsan dikeve
Bi jana zirav û lareşan
Gerîla xwediyê Kurdistan
Heval û hogirê bindestan
Li nav gulistan û li bestan
Dermanê birîn û nexweşan
Gerîla gula rojhilat e
Li ser hîm û zinar û lat e
Ala wan li birc û kelat e
Hêviya dilxweş û rûgeşan
Gerîla bawer e dimeşe
şêr e bi kêf û şeng dilxweş e
Li Kurdistan her agir geş e
Bi qot û qirş û qal û xirşan
Gerîla şervan in li cengê
Govendê dikin kêf û hengê
Kedxwar dikin serxweşê bengê
Li quntar û kendal û kaşan
Gerîla`d cengê de mêrd û mêr
Bax û baxçe de bi tevr û bêr
Axa Kurdistanê zîv û zêr
Bi kar û bar xebat û pîşan
Gerîla`l welat hêviya dil
Li baxan geş bûn binefş û gul
Dixwînin kew şalûl û bilbil
çem diherikin bi xuş xuşan
Tebax 1999 Amed
mergesoft.org/
Güzel bir icra. Üstad sen başkasın. Kimsede yok senden.
Sexet xuş mamoste
@@omerkandemir3065
Ko
Her Biji serok apo Her Biji hunermendên kürdistanê hozan aydin ✌✌✌✌✌✌💚❤💛
Her bijin gerilayen kurdistan ❤️
Her bîjî..Hunermende hejan 💚❤💛✌✌
Stranek pîr xwesek .ū.Cuda"yê spas✌
Naw delîng hemû rîx leşkerî mîsto
Geleq xewşe mamoste denge te u deste te saxbe
Xwede êmre dıreş u baş bıde te deste te maş dıkım
Mamuste tu herdem kedekê pîroz dike, spasdarim💚💓💛✌️
Silav hevalno, min nû dest bi muzîkê kirîye. Pêdivîya min bi alîkariya we heye. kenala min bişopînin ji kerema xwe ji we Hez dikim ❤
Çi stranek xweşe
Milé min bi xwe dilehize
Bijî kurd û kurdistan ❤️✌️
Sipas ji bo te ey hûnermendê hêja
Seni bu gözler birgün görse başka da birşey istemiyorum doya doya seni öpmek nasip olur inşallah o kadar çok seviyorum Kürt halkı ayaktaysa bunun en büyük destekçisi sizlersiniz Allah sizi başımızdan eksik etmesin
Ez heyrana deng u awazate mamoste kurbana dengê te hozanê me ❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️❤️
Herbiji apémınê délal dênğê dılê tê sâxbê apê mınê delal 👏👏👍♥️♥️
Kurbana deng u dêlête mamoste iro tışta lê zapê hati Jinkırın u hati kırın kağız u pêlıza te jiboy vê yekê pêşerojê ditiye❤️
Nav lıng de leşkeren mısto ✌✌💪💪
Biji gerila parêz vanên rumeta kurdistanê 😍✌🏻✌🏻✌🏻✌🏻✌🏻☀️☀️☀️
Hêr hêbi keça delal ✌
Değişmeyen tek ses kalite üstad
Can can Ape Aydın sesine yüreğine emeğine sağlık Seviyoruz seni Ape Aydın 👏👏👍👍❤❤❤❤
Her bijî sihet xweş mamoste can, şer xêrê be înşaellah..
Hunermend deng û zimanê gelê xwe ne
Lê belê divê gel jî li huner û hunermendên xwe xwedî derkevin
Bila rojeké min tu zindi ditiba éca hingé ez mirîbam
Qurbana dengé te hozane mezin.
_Serkeftin Mamoste...✒️_
Mamoste ji bo vê diyarîya te zor spas🌹🌹
Lı Ser xere be mamoste her hebi 👏👏👏❤
Tekmandan selamlar aydın amca ✌️✌️✌️💐💐💐
Hestên te sax mamoste can welatparêzê ezîz û hêja ❤🙏💐
Rabbim eksik etmesin senin gibi sesi yüreği güzel insan sayanizde nefes alıyoruz 🧿🧿🧿🧿
Mamoste ev çi stranekî xweşe wey mala te hezar car ava be 👏👏✌✌
Her bijî❤️
Xwedê Siheta û Quwetê bide te mamostayê hêja
Denge Dıllete sagbe mamoste
Huner û hunermend îmzeya şaristaniyê ye
Korona dan dolayı her kes uyurken sen harıl harıl calişmışsın emeyinin karşısında saygiyla eyiliyoruz seni seviyoruz.
Beklediğimiz albüm geldi sonunda
Herbêji mamostê ✌️💚❤️🧡
Her Biji Mamoste ✌✌✌
Wez derdê te nebînım dılêmı, Serkeftın be jı tere.
Sıhet xweş mamosté delal❤️❤️
Zor sipas mamoste tu her hebi ❤️
Deng u dilen te saxbi hozane dila serkeftin 🔥🦅✌👍
🔥🔥🔥🔥💯💯💯
Her bijî mamoste
Can mamoste can. Dıle tê sağbê ❤❤
Ser xıribe mamoste👍👍👍
Her bıji hunermende mezin stranateya nu pirozbe zaf xese
MAMOSTE TI PIR SAĞBE SEWTA TE SAĞBE KEDA TE SAĞBE
Herbiji mamoster Maşallah
Mamoste denge te sağbe zêf xweşbuyee✌✌
💕💕💯💯✅✅
Her hebi.mamoste dengete.saxbe
her beji mamoste:)
✌✌✌
✌️✌️✌️✌️ em deyındarı hewalana
Can cannn mamoste 😍😍😍✌🏻✌🏻✌🏻
Herbijji mamostê hejja
✌️✌️✌️✌️✌️
🔥🔥🔥☀️☀️☀️
🌷🌷🌷🌸🌸👏🏻👏🏻
Abi ağzına saglik mükemmel Dortmund dan murat
♥️♥️♥️
❤🌹❤
👏👏👏♥️♥️
🔥🔥🔥💙💙💙
💕💕💕💕💕💕
💕💕💕💯💯
😍❤️❤️❤️❤️
❤❤❤❤✌🏾✌🏾✌🏾✌🏾✌🏾
❤️❤️❤️❤️✌🏻✌🏻✌🏻
👏👏👍👍♥️♥️
👍👌👏
🌸🌸🌸🌸
🌷🌷🌷🔥🔥🔥
✌🏻✌🏻✌🏻✌🏻🔥🔥🔥☀️☀️☀️
💞💞💞💞💞
🌸🌸🌸🌸💖💖💖
👍❤️❤️❤️
🥀🥀🥀🥀🥀🥀
💞💞💞💞🥀🥀🥀🥀
Geleq xewşe mamoste denge te u deste te saxbe
Xwede êmre dıreş u baş bıde te deste te maş dıkım
👍🏻👍🏻🎶🎶💕💕💕💕