Qewlê Sêxê Hesenî / Qêwl u Bêyte Êzidia

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 15 ต.ค. 2024
  • Şêxê Heseni
    Siltan e
    Siltan e
    Siltan e
    Hey ezîzê mala
    bavê mino
    ,Babê qelpê Rehman e
    Mîrê Qelendera(n)
    hei li min hayê
    Laliş ye bor
    Dîwan ye bor
    Mergeh ye bor
    Yabor ye bor
    Ya birîndarê Mêrano
    ew Siltan Şixadiyê
    li hemû derdan
    yi derman.
    Şêxê Hesenî Feqîr e
    Feqîr e
    Fegir e
    Hey ezîzê mala bavê mino,
    bavê qelpê Mir e
    Mîrê Qelendera(n)
    hey li min hayê
    Laliş ye bor
    Dîwan ye bor
    Mergeh ye bor
    Yabor ye bor
    Ya birîndarê Mêrano
    ew Siltan Şixadiyê
    li hemû derdan
    yi xebîr e.
    Şêxê Heseni Seyîd e
    Seyîd e
    Seyîd e
    Hey ezîzê mala bavê mino
    qelpê Mirîd e
    Mîrê Qelendera(n)
    hey li min hayiyê
    Laliş ye bor
    Dîwan ye bor
    Mergeh ye bor
    Yabor ye bor
    Ya birîndarê Mêrano
    deryê mirazan
    heyî Siltan Êzîd e.
    Şêxê Hesenî dil birîndar e
    dil birîndar e
    dil birîndar e
    Hey ezîzî mala bavê mino
    li borê mehbet yi siwar e
    Mîrê Qelendera(n)
    hey li min hayê
    Laliş ye bor
    Dîwan ye bor
    Mergeh ye bor
    Yabor ye bor
    Ya birîndarê Mêrano,
    textê mêran
    heye qiryar e
    © 2020 Ezidxan Tv
    www.ezidxantv.de
    HÛN DIKARIN QENALA ME BIBIN ABONE Û PIŞTGIRÎ BIDIN ME
    Ezidxan TV official web site
    www.EzidxanTV.de
    / ezidxantv.tv
    / ezidxantv.tv
    ok.ru/ezid...
    / ezidxantv
    #QêwluBêyte #Êzidia #ÊzidxanTv

ความคิดเห็น • 23