AMADEKAR, Dilbirîn Jêhat, DENGBÊJ ,Hozan, Mizefer Oremarî,WÊRAN Û GUNDO. tembûr, Metîn Atilgan

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 26 ส.ค. 2023
  • GUNDÊ SERPÊL
    Oremar gundekî kevnar û dîrokî ye,
    bi dehan destan û pirtûk li ser hatiye nivîsandin.
    Nêzî deh yan duwazdeh gundên girêdayî Oremar hene,
    Serpêl jî gundekî ji wan gundane,
    ez li vî gundê Serpêl hatime dinê warê zaroktiya Mine.
    sala 1994 an de ez hîna zarok bûm duwazdeh salî bûm,
    bîra min tê li ber deriyê xaniyê me
    em zarokên taxê me bi kab û pêncoka em dileyîstin.
    haya me ji tiştekî tune bû,
    bapîrê min ê heftê salî li ber derazînka Xanî runiştî bû,
    qudîya wî ya cixarê di destê wî de,
    bi temenê xwe yê heftê salî ya xwe
    bi tiliyên lerzok cixara xwe dipêça.
    car caran gazî min dikir digot kurê min,
    ka tu jî alîkariya bavê xwe bike kû zû Amade bibin.
    ji xwe haya me zarokan ji tiştekî tune bû,
    dapîra min a şêst û pênc salî
    li kêleka bapîrê min rûniştî bû,
    bi temenê xwe yê çil salî de bi nexweşiyekê de
    ronahî ya çavên xwe wenda kiribû,
    çavên wê bê ronahî bûn.
    dapîra min heyte heyta dengê mirovan di bihîst,
    car caran gazî min dikir digot
    daygorî ka ew dengê kêye tê,
    dayîka min rûniştî bû li ber xaniyê tenûrê,
    Dergûşa xuşka min hê çar pênç mehî têde dihejîne,
    Min lê nêrî kû digirî
    lê desmala xwe digire kû ez pê nehesim.
    min dest ji leyîstinê berda û berbi Dayika xwe ve çûm.
    dayika min digirî, min jêra got Dayê tû çima digirî,
    bi hemû hêza xwe ez hembêz kirim,
    û got daygorî ma tu nizanî,
    dagirker biryar daye wê gundê me bê berdan.
    paşî ez bi xwe hesîyam û Min li derdora xwe dinêrî,
    herkes bi alîyekîve bazdide,
    leyîstokên me pêncok û kabên me bi cîhde man,
    hemû xewn û xeyalên me nîvçûyî man .
    Gundê Serpêl wekî bi hezaran gundên Kurdan,
    di bin zext û mercên dakirkeran de
    bi gef û zordarî hat talankirin û wêrankirin.
    belê di salên notî de bi milyonan kurd lo
    Penaber bûn li ser gund û warên xwe,
    berê me dan bajarên biyanî û xerîbiyê,
    ji wê Rojê şonde qet me xweşî nedîtiye,
    hêjî ji xwere welatekî azad digerim.
    Dilbirîn Jêhat
    17 08 2023
    Stenbol
    ev strana dengbêjî
    li ser Gundê Serpêl hatiye gotin
    bi dengê Hozan Mizefer Oremarî
    tembûr, metîn Atilgan
    AMADEKAR, Dilbirîn Jêhat

ความคิดเห็น • 8

  • @leylasoydan4380
    @leylasoydan4380 10 หลายเดือนก่อน +1

    ❤❤❤

  • @Kurdizm_
    @Kurdizm_ 5 หลายเดือนก่อน +1

    ❤️🌼💚🌹

  • @user-ir1ws8zk4i
    @user-ir1ws8zk4i 10 หลายเดือนก่อน +1

    ❤❤

  • @metinatlgan9155
    @metinatlgan9155 10 หลายเดือนก่อน

    ❤❤❤❤❤ her biji 👍

    • @dilbirinjehat
      @dilbirinjehat  10 หลายเดือนก่อน

      spas dikim tû her hebî çavê min 🌹♥️