Çima Kurdistan ava nebû?

แชร์
ฝัง
  • เผยแพร่เมื่อ 11 ก.ย. 2024
  • Çima Kurdistan ava nebû?
    Xwendekare ji binemala Şêx Mehmûdê Hedîf ji Steven Hitchen pirsî, “Brîtanyayê 100 sal berê soza serxwebûnê dabû Kurdistanê lê çima ji soza xwe vegeriya?”
    Steven Hitchen ev pirs bi vî awayî bersivand:
    “Bersiveke tevlîhev a ‘Serbixwebûna Kurdan’ û ‘rola me ya li vê derê’ heye.
    Di navbera salên 1919-1923yan de ku mizakereyan berdewam dikir 4 kes hebûn.
    Lloyd George, Wilson, Clemenceau û yekî Îtalyan.
    Ew neçar bûn biryarê bidin bê ma dê li şûna Osmaniyên ku împeretoriya wan rûxiya çi were.
    Wan bi eşkereyî tiştek kir ku dînamîkeke hêzê ya welatên li derdorê ji rewşa li Hewlêr û Silêmaniyê bihêztir bûn.
    “Rewşa cîranan rê neda”
    Bersiva sereke ya vê pirsê ev e: Rewşa cîranên gelê Kurd rê neda ku dewleta Kurdan were avakirin.
    Wê demê gelekî zehmet bû ku Kurd dewletekê ava bikin.
    “Kurd ne komeke hevgirtî ne”
    Bersiva duyem jî ev e: Dema pirsa ‘gelo Kurd miletek in an eşîrên cuda ne ku bi hev re şer dikin? Ev bersiv dihat ku ‘Kurd ne komeke hevgirtî ne, bi zimanên cuda diaxivin, çanda wan ne yek e û nirxên wan ên manewî ne hevpar in.’”
    “Biryar bi hêzên mezin re eleqedar bûn”
    Bestûn Osman bi bîr anî ku Îngilîz di nameyên xwe de dibêjin ku Şêx Mehmûd qehramanek e û Steven Hitchen wiha bersiv dayê:
    “Hinek Îngilîz difikirîn ku Kurd miletek in û hin wilo nedifikirîn.
    Li ser vê nîqaşeke rasteqîn hebû lê rastî ev e: Biryarên ku li ser sînorên Rojhilata Navîn dihatin standin ji şexsan wêdetir, bi hêzên siyasî yên gelekî mezintir re pêwendîdar bûn.”

ความคิดเห็น • 5

  • @noureddinjabo8454
    @noureddinjabo8454 24 วันที่ผ่านมา +2

  • @esmafrat2042
    @esmafrat2042 24 วันที่ผ่านมา +1

    Keremexera bi kurmanci ji bidin

  • @user-st4nz2dw9j
    @user-st4nz2dw9j 24 วันที่ผ่านมา +1

    Ķürdistan.çimâ.nâvéyék.
    Rudâv.vé.prsé.bjné.mésut.
    Bérzâni.ğunâ.wi.hérimiye.
    Wâllâtmé.dfroşe.djımné.
    Kurdistâné.bijne.nçrvân.bérzâni.bijné.ménsur.bérzâni.
    Mésut.bérzâni.kurdârâ.neveyek.
    Wé.here.yeko.yek.
    Ğüdây.mezin.berzâniyâ.
    Islâhbıķe.âmin.

  • @zazakikirdi4316
    @zazakikirdi4316 21 วันที่ผ่านมา

    PARTÎ Û SEROKÊN KURDA XULAMÎN DAGÎRGERANE. BER WÊ HİNDÊ KURDÎSTAN NA ÇÊ BE...

  • @Really-i4z
    @Really-i4z 24 วันที่ผ่านมา

    Inglîzan sozên xwe bo cih ne anîn