BILBILÊ DILŞADÎ Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e Helbest: Seydayê Tîrêj
Umîd u hêvîya me herdem bi serdarê Li Berzan.
Hezar rıhmet lı rıhe te seydaye heja
Raxma ezewecel seydi mezin
Cıhete cınnetbe seydaye tirej
Xwedayé mezın bı rehma xwe bıde şakırıni
Destey tirej u seit gabari saxbey Rehma xudey li vey 2 dan bey em kurd ney dibiney milet u ney dibiney devlet 🥀
BILBILÊ DILŞADÎ
Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê
Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye
Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye
Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye
Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e
Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin
Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin
Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min
Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e
Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar
Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar
Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar
Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e
Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev
Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev
Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev
Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e
Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader
Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der
Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser
Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e
Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye
Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye
Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e
Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran
Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan
Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan
Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e
Helbest: Seydayê Tîrêj
Rahma xude le te be seydaye mezin
Berano Kurdo تيريج كان شاعر رائع خودى برحمينئ
ألله يرحمهم😢😢😢😢
❤❤❤❤❤ الله يرحم ترابك سيداي تيريج
Rehma xuda seid gabaribi u seydaye tirej
Amin
Rehma xuda le be
جزاك الله خيرا على هذا العمل الرائع استاد تيريز
لروحك السلام
🌹🌹🌹🌹🌹🌹🌹🌹
🌻
🍁🍁
Kit bejit şerkiya peyşe?
Said Gabari